Li Tirkiyeyê sektora tekstîlê ketiye nava krîzeke mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê sektora tekstîlê ji sedî 40 daketiye û ev jî rê li ber krîzên mezin vedike.

Bazirgan dibêjin gelek kompanya hatine girtin û gelekan jî karkerên xwe ji kar derxistine.

Tirkiye li seranserê cîhanê yek ji navendên girîng ên tekstîl û dirûtina cilûbergan e lê îsal ew bazar gelekî lawaz bûye.

Herwiha daxwaza welatên biyanî jî li ser cilûbergên Tirkiyeyê kêm bûye.

Nebûna bazarê, rêjeya berhemanînê ji serdî 30 daxistiye.

Karsaz dibêjin, bazara wan a serekî bazara welatên Yekîtiya Ewropayê bû û piştre jî Amerîka bû lê niha ew bazar sist bûne û rêjeya kirîna wan ji sedî 15an daketiye.

Sedem, gilî û gazinên wê bazarê di vê raporê de ne.

Bazirganên Tirkiyeyê ji nebûna bazarê nîgeran in

Serokê Encûmena Berhemhênerên Tekstîlê Şeref Fayat got:

“Ji welatên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kêmbûne. Ev pirsgirêka sereke ya bazara me ye.

Ji ber sistbûna bazarên Ewropa û Amerîkayê, bazara cilûbergên amadekirî ji sedî 15 daketiye.”

Tirkiye salane ji sedî 70ê berhemên tekstîlê dişîne Brîtanya û welatên din ên Ewropayê lê îsal xuya dike ku ew rêje nagihe ji sedî 50 jî.

Ango her ku diçe hejmara karmendên ji kar hatine derxistin û kompanyayên tên girtin zêdetir dibe.

Bazirganê Cilûbergan Muhammed Alsan jî got:

“Li gorî par, îsal berhemanîn û firotin ji sedî 30-40 kêm bûye. Beşek ji kompanyayan hatine girtin û hinekan jî karmendên xwe kêm kirine.”

Di nîvê yekem ê îsal de hinartinaa berhemê sektora tekstîlê ya ji bo Ewropayê ji sedî 22.5 daketiye.

Serokê Komleya Karsazên Cilûbergan Hayatî Akbaba got:

“Bazara cilûbergan ji bo Tirkiyeyê hêzeke bibandor a dahatuyê ye.

Eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, dê baweriya min a di warê aborî û hêza kar de xirabtir bibin.”

Sala 2022yan Tirkiyeyê bi bihayê 10 milyar û 400 milyon dolaran pêdiviyên xav ên ristinê û bi bihayê 21 milyar û 200 milyon dolaran cilûbergên amade hinarde kiribûn û bûbû pêncemîn hinardekarê herî mezin ê cilûbergan li cîhanê.