Serokkomarê Tirkiyê baca li ser otomobîlan daxiste ji sedî 61.5an

21-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka sala bê ve, baca li ser otomobîlan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibe %61.5.

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê 21ê Berfanbara 2022an baca li ser otomobîlan ji bo ji %61.5 hate daxistin û di sala 2023an de dê were cîbicîkirin.

Li gorî biryarê, rêjeya bacê ku niha %122.9e, di sala nû de bi rêjeya 50% tê kêmkirin. Li gorî biryarê otomobîl an barhilgirên ku salek heta sê salan di ser temenê wê re derbas bûbe, baca wê ya kêm di navbera 1313 û 2121 lîreyî de dibe ku dike 70-113 dolar.

Baca herî zêde jî ji 62.633 lîreyên Tirkî dest pê dike û digihe 101 hezar lîreyan ku dike 3,355 - 5,410 dolaran.

Rêveberê kompanyayeke taybet a otomobîlan Ehmed Uçar li ser kêmkirina bacê ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê kompanyayeke taybet a otomobîlan Ehmed Uçar got, “Di firotinê de ti bandorê lê nake, ji ber ku niha xelk di dîtina otomobîlan de rûbirûyê pirsgirêkan dibin.”

 

Opozisyona Tirkiyê vê yekê red dike û dibêje, pêwîst e li gorî rewşa lîre û aboriya Tirkiyê, bac bi rêjeya %100 bê kêmkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst