Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Parlamentoya Ewropayê (PA) yê Tirkiyê Nacho Sanchez-Amor got: “Em ji ber Ekrem Îmamoglu di nav metirsiyeke zêde de ne. Tirkiye derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de bo azadkirina Demirtaş û Kavala li ber xwe dide.”
Nacho Sanchez-Amor piştî serdana Enqerê ku ligel berpirsên hikûmeta Tirkiyê û di nav de HDP ligel hejmarek serokên partiyên siyasî hevdîtin kiribûn, li Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê civîneke çapemeniyê saz kir û got: "Divê Tirkiye biryarên Dadgeha Ewropayê bi temamî piştguh neke."
Amor derbarê cezakirina Ekrem Îmamoglu de got: “Em wek geşedaneke gelekî metirsîdar dibînin. Muxatabên min bi giştî gotin, dê Dadgeha Bilind vê rewşê rast bike, lê dîsan jî metirsîdar e. Gotina `ehmeq` bo endamên Desteya Bilind a Hilbijartinê. Ev li Ewropayê her roj diqewime û bo me tiştekî gelekî asayî ye, bo siyasiyên Ewropî tiştekî basit e. Ne tawan e. Divê di demokrasiyan de azadiya raderbirînê hebe û tenê di rewşên giran û cidî de bê sînordarkirin. Yek jî ji ber pêş hilbijartinan e, ev mijareke din e. Hincet çi be, bila bibe hemû kesan got; peywendiya vê biryarê bi hilbijartinan ve heye. Eger derbarê HDPê de jî biryara girtinê bê dayîn, gelo piştî van biryaran ti şandeke çavdêriyê ya serbixwe ya navdewletî dê bê Tirkiyê û bikaribe bêje ev hilbijartin bi awayekî dadmend hatine kirin?”
Amor dibêje, dozên bi vî awayî li asta navdewletî zerareke zêde didin îmaja Tirkiyê. Amor derbarê cîbicîhnekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê de rêxne li Tirkiyê girtin û got: “Tirkiye derbarê biryara Dadgeha Ewropayê ya bo azadkirina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala li ber xwe dide. Divê Tirkiye biryarên Dadgeha Ewropayê bi temamî piştguh neke. Hêviya me ev e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse