Oluç: Ev ne tenê dijminatiya HDPê, lê dijminatiya civak û opozisyonê ye jî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Fraksyona Partiya Demokratî ka Gelan (HDP) û Parlamenterê Stenbolê Saruhan Oluç li Parlamentoya Tirkiyê êrişa dijî Ferhat Encu şermezar kir û got, “pêwîst e opozisyon jî li beramber van êrişan raweste ji ber ev ne tenê dijî HDPê ye lê dijî hemû civakê êrişeke berfirh e.”

Saruhan Oluç ragihand ku ew behsa tedbîrên qanûnî nake ji ber derdekî vê desthilatê yê qanûnîbûnê nîne û got: "Ev bê qanûniyek mezin e. Êrişek mezin a polîsan e."

Oluç, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi fermandayîna wan êrişan tohmetbar kir û got: "Ew hêza xwe ji kê werdigrin ji Wezîrê Navxwe werdigrin ji ber bi fermana wî ew polîs van karan dikin. Li bermaber siyaseta demokratîk li vî welatî rezaleteke mezin heye."

Oluç êrişa polîsan şermezar kir û got: "Êrişa dijî Ferhat Encu êrişa dijî xelkê Riboskî ye, êriş û dijminatiya li dijî gelê Kurd e û bi awayekî vekirî êrişa dijî dengderên HDPê ye."

Serokwekîlê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç wiha axivî “Careke din em bang li desthilatê dikin; Yekem em van êrişên dijî demokrasiyê tên kirin qebûl nakin. Em bang li partiyên opozisyonê jî dikin; êrişên bi vî awayî qebûl nekin. Ger êrişên bi vî awayî destpê bikin ew dê ne tenê dijminatiyeke dijî HDPê û gelê Kurd be, ev pêleke dijminatiyê ya berfireh e li dijî civak û opozisyonê jî. Lewra em dibêjin van êrişan qebûl nekin. Lê em tevî van êrişan jî wek HDP dest ji siyaseta demokratîk bernadin, em dê bi biyar li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam bin.”