Baro xizmeta erkdarkirina parêzeran bo dozên berevaniya neçar radiwestînin

21-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 65 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo bihayê dozên berevaniya neçar bên zêdekirin çalakiyeke hevbeş dikin. 81 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gor şert û mercên aborî daxwaza zêdekirina bihayê dozên berevaniya neçar, ku bo kesên parêzerê wan nîne tê kirin û heqdestê wê ji aliyê dewletê ve tê dayîn, dikin.

Serokê 81 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 5ê Îlona 2022ê civiyabûn û daxwaza zêdekirina bihayê dozên berevaniya neçar û kêmkirina baca li ser dahata xwe kiribûn û 13ê Îlona 2022ê ew xizmeta ku ji aliyê baroyan ve dihat dayîn hatibû sînordarkirin. Li ser soza Wezareta Dadê wê demê baroyan çalakî û protestoyên xwe rawestandibûn.

Lê piştî ku soza hatin dayîn nehat cîbicihkirin, di nav de baroyên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Riha 65 baroyan biryar dan îro 21ê Kanûna 2022ê careke din çalakiya xwe bidin destpêkirin û ragihandin ku eger pirsgirêk neyê çareserkirin dê xizmeta dozên berevaniya neçar bi temamî rawestînin.

Her 65 baro di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Di qonaxa ku em gihiştinê de Wezareta Dadê sozên ku dan, bicih neanîn û li gor zanyariyên me dê bicih neyînin. Di çarçoveya biryara Yekitiya Baroyên Tirkiyê ya civîna 5ê Îlona 2022ê de dê destpêkê Sîstema Tayînkirina Otomatîk a baroyan bo 24 demjimêran bê girtin. Eger bi nivîskî û bi rêya telefonê selêdan bê kirin dê parêzer tenê ji bo dozen tundûtûjî û mexdûrên destdirêjiyê yên zarok û jinan bên erkdarkirin. Di vê pêvajoyê de dê encamên civînan bê şopandin û li gor geşedanan dibe ku biryara me bê guhertin an dibe ji bilî dozên tundûtûjî û mexdûrên destdirêjiyê yên zarok û jinan xizmet bi temamî bê rawestandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst