Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend milyon Sûriyeyî dijîn?‎

21-12-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Penebarên Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara Sûriyeyiyên ku navê wan hatiye tomarkirin ji 13ê Kanûna 2019an ve li gor meha berî wê, 8 hezar 700 kes zêde bûye û bi giştî gehiştiye 3 milyon û 695 hezar û 944 kesan. Ji vê hejmarê 2 milyon û 2 hezar û 880ê wan (%54,2) mêr û 1 milyon û 693 hezar û 64ê (%45,8) wan jî jin in.

Hejmara herî zêde ya penaberên Sûriyeyî ku ji ber şer ji welatê xwe reviyane û li welatên din berbelav bûne, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Li gor daneyên Kanûnê yên Komeleya Penaberan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 695 hezar û 944 Sûriyeyî dijîn.

Hejmara Sûriyeyiyên temenê wan di navbera 0-18 salan de 1 milyon û 740 hezar û 760 kes e (%47,09). Hejmara Sûriyeyiyên di bin 10 salî re 1 milyon û 79 hezar û 351 kes e (%29,2). Nifûsa jinên Sûriyeyî ligel zarokên di temenê navbera 0-18 salî de jî 2 milyon û 602 hezar û 462 kes e. Ev rêje bi giştî dike %70,41.

Nifûsa Sûriyeyiyên di navbera 15-24 salî de 832 hezar û 670ê kes e. Ji hejmara giştî ya Sûriyeyiyan rêjeya ciwanan %22,55 e. Li gor tabloyê, hejmara mêran 309 hezar û 816 kes ji ya jinên Sûriyeyî zêdetir e. Hejmara Sûriyeyiyên tomarkirî ji 31ê Kanûna 2018an ve û heta niha 72 hezar û 752 kes zêde bûye.

Hejmara Sûriyeyiyên ku di navendên demkî yên niştecihbûnê dimînin ji 13ê Kanûna 2019an ve wek 62 hezar û 216 kesan hatiye ragihandin. Ev hejmar di Mijdara 2019an de 62 hezar û 335 kes, destpêka ‎‎2019ê 143 hezar û 558 kes, destpêka 2018ê jî 228 hezar û 251 kes bû. Li gor vê, 2019ê hejmara Sûriyeyiyên di kampan de dijîn 81 hezar û 342 kes kêm bûye. Tenê %1,68ê Sûriyeyiyan di kampan de dijîn. Ji sedî 98,32ê Sûriyeyiyan li bajaran dijîn. Hejmara herî zêde ya Sûriyeyiyan li Stenbol û Dîloka Bakurê Kurdistanê ye.

Hejmara Penaberên Sûriyeyî Li Bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê:

Stenbol - 556 hezar û 289 kes

Dîlok - 453 hezar û 379 kes

Hatay – 440 hezar û 375 kes

Riha -  429 hezar 921 kes

Edene – 242 hezar û 752 kes

Mersîn – 206 hezar û 120 kes

Bursa – 176 hezar û 641 kes

Îzmîr – 148 hezar û 17 kes

Kilîs – 115 hezar û 898 kes

Konya – 110 hezar û 996 kes

Enqere – 95 hezar û 624 kes

Gumgum – 93 hezar û 274 kes

Mêrdîn – 88 hezar û 34 kes

Kayserî – 81 hezar û 193 kes

Kocaelî – 55 hezar û 699 kes

Osmaniye – 50 hezar û 8 kes

Amed – 32 hezar û 954 kes

Meletî – 28 hezar û 351 kes

Semsûr – 26 hezar û 25 kes

Êlih – 22 hezar û 455 kes

Sakarya – 16 hezar û 332 kes

Mugla – 15 hezar û 615 kes

Şirnex – 15 hezar û 3 kes

Manisa – 14 hezar û 910 kes

Tekirdag – 14 hezar û 366 kes

Xarpêt – 14 hezar û 248 kes

Denizli – 12 hezar û 810 kes

Nevşehir – 10 hezar û 436 kes

Burdur – 8 hezar û 998 kes

Afyon – 8 hezar û 883 kes

Erzîngan – 100 kes

Igdir – 85 kes

Dêrsim – 46 kes

Artvin – 37 kes

Bayburt – 22 kes

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst