Demîrtaş: Sedem Tirkiye ye li Rojava leşkerên Amerîka û Rûsyayê hene

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê girtî Selahattin Demîrtaş rexne li polîtikaya Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de girt û got, sedema hebûna Amerîka û Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê ew e ku Tirkiyê nexwestiye li wê derê hebe.

 

Hevserokê HDPê ji Girtîgeha Edîrneyê bi nivîskî bersiva pirsên rojnameya BirGunê dan.


Selahattin Demîrtaş wiha got: “Polîtikaya derve, demeke dirêj e ji vîzyonek û planeke stratejîk bê par maye. Tirkiyê niha li herêma xwe û di nav civaka navnetewî de qîmeta xwe, bandora xwe û krediya xwe hemû ji dest daye." Bi gotina Demîrtaş Tirkiye ji ber dijminîtiya xwe Kurdan û tirsa Kurdan di polîtikaya derve de pasîf bûye.


Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Halbûkî li Sûriyê hevakriya bi Kurdan re hem dê ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo Tirkiyê pêkanîna aştiyê dê hêsantir biba. Ji vê yekê herî zêde me yanî civaka Tirkiyê dê sûd werbigirta.”


Hevserokê HDPê anî ziman AK Partî bi hemû aliyan re peywendiyên xwe xera dike û polîtikaya Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê rexne  kir û wiha domand:


“Tirkiyê bi taybetî bi Rojava re bikariba  hevakriyeke stratejîk bike, wê demê hevdîtinên aştiyê yên Sûriyê dê li şûna Cinêv, Astana û Soçî li Enqerê bihatan pêkanîn. Heger pêvajoya çareseriyê berdewam bikara û AKPê pêvajo red nekiriba îhtimaleke mezin dê wisa ba.


Me weke HDPê ji bo vê yekê gelek hewl da. Li niha her tişt li berçav e. Bersiva çima leşkerên Amerîka û Rûsyayê li Rojava hene ev e: We weke Tirkiyê qebûl nekirin hûn li wê derê hebin. Ji ber ku wê li şûna hevkariya bi Kurdan re, bi Nusra û yên wekî wê re hevakirî kir. Lê tevî her tiştî emê dîsa ji bo avakirina pirên nû û vekirina deriyên nû hewl bidin.”


(A.B)