Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Erbakan: ‘Kurd û Tirk xwişk û bira ne’

21-11-2024
RÛDAW
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Fatîh Erbakan/Wêne: Ji ber dîmenan
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Fatîh Erbakan/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan DEM Partî Partiya Yenîden Refahê Pirsa Kurd Kurd Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Yenîden Refahê di civîna xwe ya li gel hevserokên DEM Partiyê de got, “Divê mafên xwişk û birayên me yên Kurd werin radestkirin.”

DEM Partî piştî nîqaşên li ser Pirsa Kurd û tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê di serdanên xwe yên aliyên siyasî de berdewam e.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmoglullari îro li deriyê Partiya Yenîden Refahê jî xist û bi Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan re civiyan.

Piştî civînê her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got:

“Me pêvajoya tayînkirina qeyûman a li Tirkiyeyê bi hûrgilî gotûbêj kir û me nerînên xwe pev guherîn.

Di mijara qeyûman de wekî gelek partiyan me di civîna îro de jî peyamên gelekî pozîtîv wergirtin.

Yek ji mijarên din ên ku me îro gotûbêj li ser kir ew pêngavên ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk bên avêtin bû.

Belê îro li Tirkiyeyê bi taybetî ji 1ê Çiriya Pêşîn ve ev mijar di rojevê de ye.

Me her tim gotiye ku li Tirkiyeyê çareseriya Pirsa Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk dê sûdeke mezin bigihîne aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn.

Em hêvî dikin ku em van nîqaşên nû bi hev re biguherin aştiyeke civakî.”

“Kurd û Tirk xwişk û birayên resen in”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî di axaftina xwe de polîtîkaya qeyûman wekî “pêngaveke li dijî îradeya gel” bi nav kir.

Fatîh Erbakan her wiha tekez kir ku partiya wî piştgiriya çareseriya Pirsa Kurd û dayîna mafên Kurdan dike.

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî da zanîn:

“Me wekî Partiya Yenîden Refahê nerînên xwe yên li ser dûrxistina şaredarên hilbijartî û tayînkirina fermanber û qeyûman li şûna wan bi wan re parve kir.

Derket holê ku em di vê mijarê de hevnêrîn in.

Her wiha derbarê pirsgirêkên ku welatiyên me yên Kurd ên li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadolê rû bi rû dibin gotûbêj hatin kirin û li ser pêngavên derbarê çareseriyê de nirxandin hatin kirin.

Wekî Partiya Yenîden Refahê em her tim dibêjin, divê mafên xwişk û birayên me yên Kurd ên li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadolê werin radestkirin.

Me anî ziman ku em ji bo bicihanîna daxwazên wan her tim amade ne. Jixwe mamosteyê me Erbakanê rehmetî jî berî bi salan ev yek gotibû.

Kurd û Tirk xwişk û birayên resen in. Eger hûn Tirkan ji Kurdan veqetînin, ne Tirk, ne jî Kurd li holê dimînin.”

Hevserokên DEM Partiyê ji 14ê mehê ve ji bilî Yenîden Refahê çûn serdana Partiya Paşerojê, Partiya DEVAyê û Partiya Çep û bi serokên wan re civiyan.

Hevserokên DEM Partiyê dê roja şemiyê biçin serdana CHPyê û bi Ozgur Ozel re jî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst