Mexdûrekî Çeteya Yenîdoganê: Wan 3 zarokên min kuştin!

Stenbol (Rûdaw) – Mexdûrê Çeteya Yenîdoganê, Mehmet Salih Tarhan got, “Wan 3 zarokên min kuştin, yek jê ma.”

Rûniştina yekemîn a Doza “Çeteya Yenîdoganê” 18ê mehê dest pê kir û îro di roja 4an de didome.

Rûniştina “Çeteya Yenîdoganê” ku tê îdiakirin ji bo rojane 8 hezar lîreyan ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nûbûyî di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan.

Mexdûrê Çeteya Yenîdoganê, Mehmet Salih Tarhan li ser mijarê got:

“Sala 2009an zarokên min ji dayîk bûn. Ew li Nexweşxaneya SSKyê ya Ok Meydaniyê ji dayîk bûn ew şandin Nexweşxaneya Şafakê.

Peymana wan bi Nexweşxaneya Şafakê re hebûye.

Bijîşk êvarê dihatin wir. Zarokên min piştî ku çûn wir a bi navê Elîfê 10 rojan jiya, Velî 51 rojan û Akin jî 58 rojan jiya.

Ew bi zanebûn birin kuştinê. Me li dozgeriyê gilî kiriye. Delîlên min jî hene.

Wan 2 zarokên min bi hev re xistine nava kuwezê lê me nizanibû ku ev neyasayî ye.

Wan digot tiştekî zarokan nîne lê roja ku dê ji nexweşxaneyê bihatana derxistin ketine vî halî.

Saet 05:00 dayîka wan zarok mijandin û saet 08:00 xeber hat ku mirine.”

Mehmet Salih Tarhan her wiha da zanîn:

“Ev bi vê rêyê ji dewletê pereyan distînin. Bijîşk Mehmet Îlter bû lê yê ku xwîn dida bijîşkekî din bû.

Zarokên bi şev dema ku bijîşkekî din hatiye mirine.

Berî ku ev mijar derkeve holê min serî li gelek cihan da.”

Mehmet Salih Tarhan li ser sedema mirina zarokên xwe jî anî ziman:

“Wan ji min re got ji ber ku premature ne mirine lê pitikên premature divê girêdayî cîhazan bin.”

Doza Çeteya Yenîdoganê

Rûniştina “Çeteya Yenîdoganê” ku tê îdiakirin ji bo rojane 8 hezar lîreyan ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) wergirin pitikên nûbûyî di beşa çavdêriya hûr de girtine û bûne sedema mirina wan.

Rûniştina dozê li Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Bakirkoyê tê lidarxistin.

Di dozê de 22 jê girtî 47 tohmetbar bi îdiaya kuştina pitikan tên darizandin.

Di rûniştina roja yekem de îfadeya girtiyê bi navê Hakan Dogukan Taşçi hat wergirtin.

Îfadeya Taşçi 4 demjimêran berdewam kir.

Taşçi di îfadeya xwe de got, “Firsat Sari ji nexweşxan komîsyon werdigirt û me derman firotin wan.

Dema zarokek mir, min gilî tomar kir lê tiştê pêwîst nehat kirin. Ez tohmetên li ser xwe qebûl nakim.”

Parêzeran nerazîbûn nîşanî helwesta dadgehê da û bangî hevpîşeyên xwe kir da ku dozê bişopînin.

Parêzer Dogan Zafer Çingî got:

“Piştî ku em derbasî hundir bûn, dadgehê daxwazên beşdariya dozê wergirtin.

Di encama serlêdanan de, di serî de Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Baroya Stenbolê hemû daxwazên beşdarbûna baroyên bajaran û saziyan hatin redkirin.

Piştî ku hat redkirin dozê dest pê kir. Rûniştina dozê dê 5 rojan bidome.

Em bangî hemû hevpîşeyên xwe dikin, niha yek ji girîngtirîn dozên dîroka komarê li Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Bakirkoyê tê kirin.

Di serî de em parêzer, divê em vê dozê bişopînin û li dijî kiryarên neyasayî tedbîrên pêwîst wergirin.”