HEDEP li ser peyama Erdogan çi dibêje?

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullarî Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartina Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da daxuyaniya Erdogan a 50+1ê û got, " Ji ber ku dengên Erdoğan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin."

Recep Tayyîp Erdogan 18ê Çiriya Paşînê dema ji Almanyayê vedigeriya di balafirê de ji rojnamegeran re derbarê sîstema hilbijartina serokkomar de axivî û got:

“Ez ji bo guhertina sîstema 50+1ê li ser heman nêrînê me, dê baş bibe.

Eger kesê herî zêde deng wergire bê hilbijartin dê hilbijartina serokkomariyê jî zûtir biqede.

Ji ber sîstema 50+1ê partî rêyên xelet hildibijêrin.”

Piştî van gotinên Erdogan ev mijar ket rojeva partiyên siyasî yên Tirkiyeyê.

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullariyê di civîna partiya xwe ya li Parlementoya Tirkiyeyê de ev mijar nirxand û got, "Ji ber ku dengên Erdogan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin."

“Ey Erdogan 50+1 te anî”

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari wiha axivî:

"Hûn dizanin vê hefteyê Erdogan mijara benda hilbijartinê ya 50+1ê xist rojevê.

Ji wê rojê ve çapemenî wê yekê dinivîse. Erdogan Destûra Bingehîn wekî kaxezeke kengî bixwaze bi qurmiçîne û kengî bixwaze wek lîstokekê pê bilîze dibîne.

Ey Erdogan 50+1 te anî. Ji bo avakirina sîstema yekzilamî deshilata AKPyê pêşengiya rejîma otorîter kir û wekî kes jî di kesayetiya te de şikil girt.

Ji bo me 50+1 tê wateya Zilam+Zilam. Eger ew dakeve 40+1ê jî her zilam+zilam e.

Ji ber wê em wekî HEDEPê careke din dibêjin em li pişt wê yekê ne ku nûnertiyên hemû partiyên siyasî hebin.

Pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk heye. Ji ber ku dengên Erdogan kêm bûne, ne hewce ye ku em bi destûrê bilîzin.

Ji bo wê di nav wan gotubêjên derbarê vê mijarê de em bi vî awayî cihê xwe diyar dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst