Bahçelî bersiv da Erdogan: Gelo dê sîstem biguhere?

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartina Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, bersiv da gotinên Serokkamarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê sîstema hilbijartina serokkomar da.

Bahçelî diyar kir ku nêrîna wan a ji bo sîstema hilbijartina serokkomar neguheriye.

Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî dema ji serdana Almanyayê vedigeriya di balafirê de ji rojnamegeran re derbarê sîstema hilbijartina serokkomar de axivî û got:

“Ez ji bo guhertina sîstema 50+1ê li ser heman nêrînê me dê baş bibe.

Eger kesê herî zêde deng wergire bê hilbijartin dê hilbijartina serokkomariyê jî zûtir biqede.

Ji ber sîstema 50+1ê partî rêyên xelet hildibijêrin.”

Devlet Bahçelî îro di Civîna Koma MHPyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û bersiva da Erdogan.

“Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ne daxwazeke demkî ye”

Bahçelî wiha got, “Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ne daxwazeke demkî ye.

Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ne reçeteyeke konjokturel a yek carî ye ku dema karê mirov pê biqede mirov biavêje quncikekê.

Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê şerefa siberoja Tirkiyeyê ye. Tespîtên birêz Serokkomar di cî de ne û rast in lê gotinên me yên ku me heta îro gotine neguherîne.

Min di axaftina xwe ya 7ê Hezîranê de gotibû, dengdana gel a 16ê Nîsanê werçerxanek bû.

Egera dabeşbûnê daketiye asta herî jêr. Ji bilî tifaqeke rewiştî ti hilbijartineke partiyên siyasî nemaye.”

“Em di dîroka xwe ya siyasî de li pişta kesekî siwar nebûne”

Bahçelî herwiha diyar kir ku di navbera AK Partî û MHPyê de ti pirsgirêkek nîne.

Bahçelî derbarê nakokiyên di navbera AK Partî û MHPyê de axivî:

“Em kesên ku gotinên Serokkomarê me berovajî dikin û behsa Tifaqa Cumhurê dikin, naxin şûna zilaman.

Behskirina pirsgirêkan di navbera AK Partî û MHPyê de û nivîsandina hinek kesên kêmaqil a 'Gelo Erdogan dê Bahçelî ji pişta xwe deyne' hewleke nemerdî ye.

Em di dîroka xwe ya siyasî de li pişta kesekî siwar nebûn û me kesek jî li pişta xwe nekiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst