CHPê piştgirî da gotinên Erdogan yên berdewamkirina operasyonan

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Faîk Oztrak CHP Êrişên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê CHPê Faik Oztrak piştgirî dan gotinên Erdogan ku gotibû operasyonên wan yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêma Kurdistanê tenê bi hewayî ve sînordar nahêlin û ewê oparasyonê xwe berdewam bikin.

Oztrak îro 21ê Mijdarê 2022ê di civîna Meclisa partiya xwe de bersiva pirsên rojnamevanan da û di derbarê pirsa hûn di derbarê operasyona Pençe-Şûr de çi difikirin de got; “Ew bi her awayî piştgiriyê didin xebata Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî terorê dimeşîne. Xwedê serbazên me yên ku li bakurê Iraqê û bakurê Surî ne biparêze û lingê wan li kevir nexe.”

Erdogan îro 21ê mijdarê di vegera xwe ya ji Qatarê de de, li ser pirsa derbarê operasyona Pence-Şûr de ku artêşa Tirkiyê bo ser çend navçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê doh 20ê Mijdarê daye destpêkirin got: “Ji bo jinavbirina rêxistinên terorê em dê operasyonên xwe tenê bi operasyonên esmanî sînordar nekin û berdewam bin li ser tevgera xwe.”

Artêşa Tirkiyê di şeva 19ê Mijdara 2022an de operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” da destpêkirin û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst