Îfadeya nû ya Ehlam Elbeşîr: Birayê min fermandarê çekdarên Sûriyê ye, YPGê ez tirsandim

Hewlêr (Rûdaw) - Di îfadeya xwe ya nû ya ku di rojnameya Sabahê de hat weşandin de Ehlam Elbeşîr a ku di êrîşa li Cadeya Îstîklalê de bi kuştina 6 kesan tê tawanbarkirin û ev demek e hatiye desteserkirin wiha got, “Birayê min Mihemed fermandarekî pilebilind ê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ye. Mihemed di êrîşa DAIŞê de birîndar bû û di her du lingên wî de protez hene.” Her wiha Elbeşîr diyar kir ku ew çûne Minbicê û anî ziman, “Li Minbicê rêveberên pilebilind ên YPGê ji ber sîxuriya li dijî wan, ez girtim. Wan ez bi malbata min tirsandin, gotin tu sîxuriya Artêşa Azad dikî.”

Di nûçeya Dîlek Yaman Demîr a Sabahê de, îfadeya nû ya Ehlam Elbeşîr a ku di teqîna Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê de, bombe danîbû û di encama teqîna bombeyê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn, hat weşandin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Ehlam Elbeşîr di îfadeya xwe ya nû de gotiye ku birayê wî fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, Elbeşîr di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Birayê min Mihemed fermandarekî pilebilind ê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ye. Mihemed di êrîşa DAIŞê de birîndar bû û di her du lingên wî de protez hene. Di sala 2017an de ez û xwişka xwe Meryem çûn Minbic a di bin destê YPGê de. Li vir ez Ahmet A. bûne destgirtî, piştî 2 mehan em ji hev veqetiyan.”

Li gor nûçeyê Ehlam Elbeşîr piştî ku çûye Minbicê YPGê 2 mehan ti daxwaz jê nekirine û gotiye, “Li Minbicê rêveberên pilebilind ên YPGê ji ber ku min li dijî wan sîxurî dikir, wan ez girtim. Li Minbicê mehekê di girtîgehê de mam. Piştî ez ji girtîgehê derketim telefona min kirin û gotin 'Tu yê bi Haci re hevdîtinê bikî'. Hecî berpirsiyarê bilind bû. Cara yekem çavên min girêdayî bûn. Min nedît. Gotin tu ji bo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê dixebitî. Piştî çend hefteyan wan dîsa ez birim cem Haci. Vê carê çavên min vekirî bûn. Li ser beşa xuya ya laşê wî deqeke wî hebû. Wan ez bi malbata min tirsandin, gotin tu sîxuriya Artêşa Azad dikî.”

Roja 13ê Mijdara 2022an li Cadeya Îstîklalê ya herî qelebalix a navçeya Taksîmê ya Stenobolê teqînek çêbû û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.