Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Bêguman opozîsyon dê rexneyan bike

21-11-2021
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul di daxuyaniyekê derbarê rexneyên dawî yên opozîsyona Tirkiyê yên bo hikûmeta wî welatî de axivî û got: “Helbet dê opozîsyon rexneyan bike. Yek ji destkefên herî mezin ên demokrasiyê opozîsyon e .”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul îro 21ê Mijdara 2021an beşdarî çalakiya Beşa Hiqûqê ya Zanînegeha Stenbolê ya bi navê “Sîmulasyona Parlamentoya” bû. Gul di beşeke axaftina xwe de derbarê rexnekirina opozîsyonê de axivî û got: “Helbet dê opozîsyon rexneyan bike. Yek ji destkeftên herî mezin ên  demokrasiyê opozîsyon e. Eger opozîyon rexneyan neke tenê yek partî dê nûnertiya parlamentoyê bike.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê  ji xwendekar û kesên ku beşdarî di çalakiyê de kirine re dibêje: “Xwe ji rexne û  rexnekirinê nedin paş. Guh nedin wan kesan ku dibêjiin divê profîla we wiha be.”

Ev gotinên Wezîrî Dadê yê Tirkiyê di demekê de ne ku li Tirkiyê bi sedan kes hene tenê ji bo ku li ser torên civakî rexne li desthilatê an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan girtine derbarê wan de doz hatiye vekirin û tên darizandin. Herwiha piştî wê yekê jî tên ku di van rojên dawî partiyên opozîsyona wî welatî li ser daketina nirxê lîreyê tirkî li beramber dolarê amerîkî û diravên biyanî û rewşa xirab a aboriya Tirkiyê berdewam rexneyan li desthilatê digirin. Li gor ku ew dibêjin deshilat êdî nikare welat birêvebibe û ji ber vê yekê jî banga hilbijartineke pêşwext dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst