Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe careke din dibistan vedibin

21-11-2021
Şadiye Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî betlaneya heftiyekê sibe careke din proseya xwendina rûbirû destpê dike.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 850 hezar polan tenê 66 pol dê ji ber tedbîrên Coronayê girtî bin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihand ku piştî betlaneya heftiyekê, sibe roja Duşemê 22ê Mijdara 2021ê dê careke din proseya xwendina rûbirû li wî welatî destpê dike.

Mahmut Ozer jî eşkere kir ku dê ji 22ê Mijdarê û şûnde ji 850 hezar polên li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê 66 pol ji ber belavbûna Coronayê girtî bimînin û got: “Dê li hemû polên din ên mane perwerdeya rûbirû berdewam be.” 

Ozer destnîşan kir ku rêjeya wergirtina vaksînê di nav mamosteyan de zêde dibe û got: “Rêjeya mamosteyên ku herî kêm du doz vaksîna Coronayê wergirtine gihiştiye ji sedî 88. Di perwerdeya rûbirû de avantaja me ya herî mezin ew e ku rêjeya wergirtina vaksînê di nav mamosteyên me de zêde ye.”

Li Tirkiyê piştî belavbûna Coronayê proseya xwendinê bi awayê online bû, lê ji 6ê Îlona 2021 û şûnde careke din perwerdeya rûbirû destpê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst