Li Tirkiyê elektrîka 1 milyon û 114 hezar û 257 aboneyan hatiye qutkirin

21-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez eşkere kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sê mehên destpêkê yên 2021ê de elektrîka 1 milyon û 114 hezar û 257 aboneyan hatine qutkirin, herwiha gaza xwezayî jî ji ser 435 hezar û 200 welatiyan hatiye birîn.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez bersiva Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan da û got, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber deynê elektrîkê nedane di 3 mehên destpêkê yên îsal de elektrîka yek milyon û 114 hezar 257 aboneyan hatiye qûtkirin, herwiha ji ber heman sedemê gaza xwezayî jî ji ser 435 hezar 200 aboneyan hatiye qûtkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan li Parlamentoya Tirkiyê di pêşniyarpirsekê de ji Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatih Donmez pirsî ka “çend welatiyan deynê xwe yê elektrîk û gaza xwezayî nedane?” Fatih Donmez wek bersiv ragihand ku di 3 mehên destpêkê yên sala 2021ê de ji ber di dema xwe de deynê xwe nedane elektrîka 1 milyon û 114 hezar û 257 aboneyan û gaza xwezayî ya 435 hezar û 200 aboneyan hatiye qûtkirin.

Donmez amaje bi wê yekê da ku bi giştî di sala 2020an de ji ber heman sedeman elektrîka 3 milyon û 668 hezar aboneyan hatiye qûtkirin. Lê îsal tenê di 3 mehên destpêkê de elektrîka 1 milyon û 114 hezar û 257 aboneyan hatiye qutkirin.

Li gor ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê dibêje, bi giştî di sala 2020an de ji ber deynê xwe nedane gaza xwezayî ya 780 hezar welatiyan hatiye qûtkirin, lê  îsal tenê di 3 mehên destpêkê de gaza xwezayî ji ser 435 hezar û 200 kesan hatiye qût kirin.

Ligel daketina  nirxê lîreyê Tirkî berdewam nirxê kelûpelên wek xorak, pêwîstiyên sereke yên jiyanê û enerjiyê li Tirkiyê zêde dibe û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe. Niha nirxê yek dolarê amerîkî 11 lîreyên Tirkî derbas kiriye. Welatiyên Tirkiyê û opozîsyon li ser vê rewşa xirab a aborî berdewam rexneyan li desthilatê digirin û ji bo guherîna desthilatê banga hilbijartina pêşwext dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst