Omer Ocalan dixwaze apê xwe bibîne: 'Çima hiqûq pêk nayê?'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan Hevdîtin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan xwest biçe serdana apê xwe Abdullah Ocalan û got, "Em wekî malbata wî dixwazin herin Îmraliyê, çima hiqûq pêk nayê?"

Omer Ocalan ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dipirse ka çima ji bo hevdîtina rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hiqûq nayê sepandin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan derbarê hevdîtina li gel rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

"Ji bo me tenduristiya Ocalan girîng e"

Omer Ocalan li hesabê xwe yê Xê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kirin û wiha nivîsî:

"Ji bo me tenduristiya birêz Ocalan girîng e.

Wekî her carê em dixwazin mafê xwe yê ku ji hiqûqa neteweyî û navteweyî tê bi kar bînin.

Em wekî malbata wî dixwazin herin Îmraliyê mafê hevdîtinê yê rûtîn bi kar bînin.

Serlêdanên me hene, çima hiqûq pêk nayê?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst