Li Tekîrdagê qeza: 5 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ergeneyê ya bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê di qezayekê de 5 kes mirin.

Bûyerê şeva borî li ser rêya D-100î rû da.

Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 59 FV 888 ji paş ve li mekîneyeke kar xistiye û agir girtiyê.

Tîmên tenduristiyê çûne cihê qezayê û wan tesbît kiriye ku her 5 rêwiyên otomobîlê mirine.

Cendirmeyan O.A.yê ajokarê mekîneya kar desteser kiriye û dest bi lêpirsînê kiriye.

Nasname diyar bûn

Li hêla din, hat ragihandin ku di qezayê de Cenk Varnali, Kadîr Guler, Emre Agir, Serhat Yunus ve Denîz Yalniz mirine.