Li hewşa dibistanê hestiyên mirovekî hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê, li hewşa dibistanekê hestiyên mirovekî hatin dîtin.
Xebatkarên şaredariyê duh dema li hewşa dibistana Çînkom ya Seretayî ya li navçeya Încesuyê ya Qeyseriyê karê binesaziyê rastî hestiyên mirovekî hatin.
Li ser agahdarkirinê, cendirme çûn cihê bûyerê.
Cendirmeyan hestiyên hatine dîtin ji bo lêkolînê birin.
Li aliyê din hat eşkerekirin ku dibistan sala 1966an de hatiye avakirin. Berê jî li cihê dibistanê goristan hebûye.