Li hewşa dibistanê hestiyên mirovekî hatin dîtin

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Qeyserî Hestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê, li hewşa dibistanekê hestiyên mirovekî hatin dîtin.

Xebatkarên şaredariyê duh  dema li hewşa dibistana Çînkom ya Seretayî ya li navçeya Încesuyê ya Qeyseriyê karê binesaziyê rastî hestiyên mirovekî hatin.

Li ser agahdarkirinê, cendirme çûn cihê bûyerê.

Cendirmeyan hestiyên hatine dîtin ji bo lêkolînê birin.

Li aliyê din hat eşkerekirin ku dibistan sala 1966an de hatiye avakirin. Berê jî li cihê dibistanê goristan hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst