Kîjan partî dê çiqas alîkariya xezîneyê wergire?

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Partiyên Siyasî Alîkariya Xezîneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşkêşkirina budceya 2024an a Tirkiyeyê ji bo parlamentoyê alîkariya ku ji wê budceyê ji bo partiyên siyasî tê dayîn jî diyar bû.

Sala 2024an bi 2 milyar 658 milyon lîreyên Tirkî dê herî zêde AK Partî alîkariya xezîneyê bistîne.

Partiya Çepên Kesk (YSP) jî dê bi giştî 658 milyon lîreyên Tirkî wekî alîkarî ji xezîneyê werbigire.

Piştî ku budçeya sala 2024an a Tirkiyeyê ji parlamentoya Tirkiyeyê re hat pêşkêşkirin, alîkariya ku partiyên siyasî ji xezîneya Tirkiyê werdigirin diyar bû.

Li gorî Yasaya Partiyên Siyasî, her partiyeke ku di hilbijartinên dawî yên giştî de benda ji sedî 7 a hilbijartinê derbas kiribe mafê wê heye ku salane ji budçeyê alîkariyê werbigire.

Alîkarî jî li gor dengên ku partiyan di hilbijartinan de bi dest xistin tê diyarkirin.

Di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de AK Partî, Partiya Gel a Komarî (CHP) ÎYÎ Partî, Partiya Tevegra Netewperest (MHP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) benda ji sedî 7 derbas kirin û mafê wergirtina alîkariya xezîneyê bi dest xistin.

Li gorî zanyariyan, Xezîneya Tirkiyeyê ji ber wê di Kanûna Paşîn a 2024an de bi giştî dê 3 milyar û 341 milyon lîre alîkarî li ser partiyên siyasî dabeş bike.

AK Partî ji wê reqemê milyarek û 329 milyon lîre, CHP 946 milyon lîre, MHP 376 milyon lîre, ÎYÎ Partî 361 milyon lîre û YSP jî ku navê xwe wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guheriye 329 milyon lîreyên Tirkî ji xezîneyê werdigire.

Li gorî yasayê alîkariya xezîneyê di salên hilbijartinên xwecihî de 2 qat û di salên hilbijartinên giştî de jî 3 qat tê dayîn.

Ji ber vê yekê piştî eşkerekirina rojjimêra hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê ve di nav 10 rojan de ji bo wan her 5 partiyên siyasî ku benda hilbijartinê derbas kirine bi qasî meha Kanûna Paşîn careke din alîkariya xezîneyê tê dayîn.

Ligel alîkariya hilbijartinên xwecihî jî bi giştî ew alîkariya ku xezîneya Tirkiyeyê sala 2024an li ser partiyên siyasî dabeş dike dibe 6 milyar û 682 milyon lîreyên Tirkî.

AK Patî bi wergirtina 2 milyar û 658 milyon lîre alîkariya xezîneyê yekem partî ye ku herî zêde alîkariyê distîne.

CHP bi giştî milyarek û 892 milyon lîre, MHP 752 milyon lîre, ÎYÎ Partî 722 milyon lîre û YSP jî bi giştî 658 milyon lîreyên Tirkî wek alîkarî ji budceya 2024an a Tirkiyê werdigire.

Xezîneya Tirkiyeyê îsal bi giştî 4.5 milyar lîre li ser partiyên siyasî dabeş kiribûn. AKPyê milyarek û 961 milyon lîre, CHPyê milyarek û 43 milyon lîre, HDPyê 539 milyon lîre, MHPê 511 milyon lîre û ÎYÎ Partiyê jî 459 milyon lîre wergirtibûn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst