23 kes bi hinceta ku di dawetê de propgandaya PKKyê kiriye hatin destserkirin

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Eskîşehir Dawet Propaganda PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyeyê 23 kes bi hinceta ku di dawetekê de bi gotina stranan “propagandaya PKK û YPGyê” kiriye hatin destserkirin.

Di nav kesên ku hatine de desterkirin de 2 ji wan hunermendên şahiyê ne.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Fermandariya Cendermeyan a Eskîşehîrê derbarê daweteke ku di 5 û 6ê Tebaxa 2023yan de li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê hatiye kirin de li ser agahdarkirinê bi hinceta “propgandaya PKK û YPGê lêkolîn da destpêkirin.

Li gorî îdiayan 4 stranên ku di dawetê de ji aliyê 2 hunermendên şahiyê ve hatine gotin li ser “pesndayîna rêxistinê” bûne.

Di çarçoveya lêkolînan de roja 20ê Çiriya Pêşîn a 2023an cendermeyan operasyonek pêk anîne.

Di operasyonê de 2 jê hunermendên şahiyê û 21 kesên beşdarî dawetê bûne bi îdiaya ku ew 4 stran gotine û bi vê jî propagandaya rêxistinê kiriye hatin destserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” derbarê wan 23 kesan de karûbarên yasayî daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku karûbarên yasayî yên derbarê kesên destserkirî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst