Salîm Ensarîoglu: Erdogan li ser PKKê behsa hemû Kurdan dike

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Salîm Ensarîoglu Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji wezîrên berê yên salên 1990ê yên Tirkiyê Salim Ensarîoglu derbarê gotinên Serokkomarê Tirkiyê ku digot “PKKyî 10 heta 15 zarokan çêdikin” nerazîbûn nîşan da. Ensarioglu  “Rapora Kurdan” ya 1996an a Desteya Ewlehiya Neteweyî Tirkiyê ya derbarê kêmkirina nifûsa Kurdan bi bîr xist û got, “Tu li ser PKKê behsa HDPê û hemû Kurdan dikî. Tişta ku Çevîk Bîr (Sererkanê Berê yê Tirkiyê) 27 sal berî niha digot tu îro dibêjî.”

Karvedanên li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê nufusa Kurdan de berdewam in. Serokkomarê Tirkiyê bêyî ku rasterast navê Kurdan bîne 19yî Cotmeha 2022ê  di pêşniyara xwe ya  bo hevjîna parlamenterekê de, gotibû  binêre PKKyî 10 heta 15 zarokan tînin û tu jî zêdetir zarokan bîne.

Lê ev gotinên wî bûn sedema karvedanan û rapora 12ê Kanûna 1996ê ya derbarê kêmkirina rêjeya  zarokên Kurd ya   Desteya Ewlehiya Netewî  ya bi navê Rapora Kurdan a di sala 1996ê de  anî rojevê ku tê de tê gotin “Ew Kurdên ku zêdeyî 3 zarokan çêbikin divê cezayê pere ji wan re bê dayîn.”

Di beşa wê raporê ya bi navê “Di Rûbirûbûna Terorê De Divê Çi Bê Kirin” de zêdebûna nifusa Kurdan weke metirsiyekê tê dîtin û tê gotin “Eger wiha biçe di sala 2010an de rêjeya nifusa Kurdan dê bibe ji sedî 40, di sala 2025an de dê nîvê nifusê bibe Kurd. Piştî wê dê Kurd piraniya parlamentoyê bi dest bixin ku destûrê biguherin.”

Salîm Ensarîoglu ku wê demê ji  Partiya Rêya Rast (DYP)  Wezîrê Dewletê bû gotibû  “Dewlet cihêkariyê dike” û ew rapor pesend nekir. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiye Necmettîn Erbakan jî wê demê Ensarîoglu mafdar dît û ew rapor bo Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) vegerand.

Salîm Ensarîoglu derbarê wê raporê û gotinên Erdogan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Ensarîoglu bi bîr xist ku di raporê de zêdebûna hejmara Kurdan weke metirsî dihat dîtin û got, ”Wê demê em 6-7 wezîr di MGKê e bûn. Hemû Kurd weke metirsî dihatin nîşandan. Min got ez pesend nakim. Axaftina li ser nifusa Kurdan tiştek gelekî şerm e. Min got ez pesend nakim. Wê demê hinekan ev gotinên min derxistin derve. Ji min pirsîn, min got belê û ez li dijî vê derketime. Tansu xanim (serokkomara berê) wê demê li Îtalyayê bû. Hinekan ji ber vê digot bila ji erkê wî dûr bixin. Lê min got hûn ji erkê min dûrbixin jî ez pesend nakim.”

Salîm Ensarîoglu ragihand piştî van gotinan gef jî li wî hatine xwarin û got, “Ez ne poşman im. Eger min wê rojê gotiba erê dê li Tirkiyê 10-15 milyon kes rûbirûyê pirsgirêkan bûban. Dê wê demê li Tirkiyê cihêbûn çêbiba.”

Ensarîoglu balkişand ser gotinên Erdogan yên vê dawiyê yên derbarê çêkirina zarokan de û got, ”Kesek nikare ji zarokê xwe re bibêje çend zarokan bîne. 85 milyon bi zindî  temaşe dikin. Ev gotinên bo jinekê tên gotin kirêt in. Dibêje kariyera xwe bicihbihêle û zarokan çêbike. Ya sêyem tu vê li ser nufusa Kurdan ji wê re dibêjî”

Ew Wezîrê Dewletê yê berê yê Tirkiye diyar dike ku Erdogan li ser PKKê Kurdan dike armanc û dibêje, “Min nebihîstiye ku PKKyiyan zarok hene, gel jî nebihîstiye. Tu li ser PKKê behsa HDPê û hemû Kurdan dikî. Tişta ku Çevîk Bîr (Sererkanê wê demê yê Tirkiyê) 27 sal berî niha digot tu îro dibêjî. Êdî ti kes ne ehmeq e. Ma li wir dikare bibêje PKK zewiciye, yan li çiya zarokên wan heye? Ma we tiştek wiha bîhistiye? Bi vê yekê rasterast amaje bi Kurdan dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst