'Li şûna ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyevî lêkolîn bikin, derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin'

21-10-2022
RÛDAW
Dîmenê xwepêşandana dijî `bikaranîna çekên kîmyevî`
Dîmenê xwepêşandana dijî `bikaranîna çekên kîmyevî`
Nîşan HDP Çekên Kîmyevî Şebnem Korur Fincanci YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belavkirina dîmenên ji aliyê HPGê ve ku wek ew bixwe dibêje Artêşa Tirkiyê di operasyonan de li dijî gerilayên wan çekên kîmyayî û qedexekirî bikaranîne, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû sedema karvedan. Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê got “Li şûna ku îdiayên "bikaranîna çekên kîmyevî" lêkolîn bikin, derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin.”

Li bajarê Stenbolê hejmarek parlamenterên HDPê û welatiyan xwestin, derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê lê polîsan rê nedan wan û hajmarek kes hatin desteserkirin.

Parlamenterê HDPê Musa Pîroglu got "Me îro xwest li meydana Şîrînevler daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Me dê di şer de bikaranîna çekên kîmyayî protesto kiriba, polîsan em dorpêçkirin û li wan  kesên dixwestin daxuyaniyê bidin dan û ew destserkirin. Em heta niha nizanin çend hevalên me hatine destserkirin. Di şer de bikaranîna çekên kîmyayî tawan e û em dixwazin herkes li dijî vê derbikeve"

Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê Şebnem Korur Fincanci li ser van dîmenan di daxuyaniyeke xwe de got gazeke bi jehr ya ku sîstema rehikan  têk dide hatiye bikaranîn. Lê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ji ber  wê daxuyaniyê derbarê wê  de, bi îdîaya "propagandeya rêxistina terorê" lêpirsîn da destpêkirin.  Seroka Yekitiya Pizîşkan a Tirkiyê  ji Rûdawê re axivî û derbarê biryarê de nerazîbûna xwe anî ziman.

Şebnem Korur Fincanci got "Ez di daxuyaniya xwe de  behsa peymanên navdewletî dikim, lê mixabin wan ev weke tawanekê dinirxînin û krîmînalîze dikin. Lê tişta ku pêdiviye bikin divê lêkolîneke bi bandor bidin destpêkirin û hewil bidin ku ev mijar ji aliyê pisporên  serbixwe ve bê lêkolînkirin. Lê li şûna vê derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Lê ev di heman demê de tisandina civakê ye û helwêsteke bêdengkirinê ye. Ji ber ku em weke xebatkarên di warê mafên mirov de û pirsporên pizîşkî dikarin nêrîna xwe her demê  li her cihekê bînin ziman. Krîmînalîze kirin vê nayê qebulkirin."

HPG di daxuyaniya xwe ya 18ê vê mehê de  ragihand  ji 14ê Nîsanê 2022an heta 14ê Cotmehê îsal di demê 6 mehan de Artêşa Tirkiyê  2 hezar û 467 caran li beramber gerilayên wan çêkên kîmyayî bikaranîne. Di wan êrîşan de 27 gerlilayên wan canê xwe ji dest dane. Herî dawî jî 17 gerîlayên wan  bi heman çekan cane xwe ji dest dane.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li dijî wan 2.467 car çekên kîmyayî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatine bikaranîn û 27 gerîlayan canê xwe ji dest dane. Herwiha HPGê da zanîn ku herî dawî 17 gerîlayên wan di encama bikaranîna çekên kîmyevî de canê xwe ji dest dane

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî  li beramber vê daxuyaniya HPGê roja Pêncşemê red kir ku Artêşa Tirkiyê di operasyonan de çekên kîmyevî bikaranîbin û got ew îdia ji rastiyê dûr in, bê bingeh in û çekên kîmyevî di nav çekên wan de nîn in.

Lê tevî vê jî  beşek ji aliyên siyasî, nûnerên saziyên civaka sivîl û mafên mirov yên Bakurê Kurdistan û Tirkiye bang li saziyên navdewletî dikin ku îdiayên bikaranîna çekên kîmyevî di operasyonên di nav axa Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Tirkiyê ve bên lêkolînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst