Kiliçdaroglu: Hilbijartina pêşwext daxwaza cotkar, xanenişîn û zîndaniyên bi neheq girtî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna fraksyona partiya xwe de Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu rexneyên dijwar li hikûmetê girtin û daxwaz ji gelên Tirkiyê kir ku destê xwe bidin hev û wê desthilata AK Partiyê bidin alî.

Di demekê de ku li gor rojjimêra hilbijartinên Tirkiyê divê Hezîrana 2023ê hilbijartina parlamentoyê bê kirin, mijara hilbijartina pêşwext germ e û opozîsyon ligel e. Herçiqas desthilat red dike û pêdagiriyê li ser wê yekê dike ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de tê kirin.

Kemal Kiliçdaroglu derbarê hilbijartina pêşwext de got: “Dibêje hilbijartina pêşwext nabe, ew di dewleta eşîrî de heye. Te berê hilbijartina pêşwext kir, wate wê demê dewleta eşîrî bû û niha xirabtir. Ew nizanin çi jî dibêjin!.”

Kiliçdaroglu da zanîn ku daxwaza hilbijartina pêşwext ne tenê daxwaza opozisyonê ye û got: “Daxwaza cotkar, xanenişîn, karker, pêşewer, daxwaza wan kesên mafên wan hatine xwarin ku di girtîgehan de ne.”

Di demekê de ku Tirkiye di krîzeke dijwar a aborî de derbas dibe û berdewam rêjeya bêkariyê bilind dibe, daxwaza bo hilbijartina pêşwext zêdetir e. Hevdem berhevkirin ligel hilbijartina Hezîrana 2018ê hevkêşe guherî ne. Ji ber Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrasî û Pêşketinê ji Ak Partî cûda bûne û bi baweriya pisporan  bi vêna hevkêşeya siyasî li Tirkiyê guheriye.

Kiliçdaroglu wiha axivî: “Dibêje hilbijartina pêşwext nabe, ew di dewleta eşîrî de heye. Te berê hilbijartina pêşwext kir, wate wê demê dewleta eşîrî bû û niha xirabtir. Ew nizanin çi jî dibêjin! Daxwaza hilbijartina pêşwext ne daxwaza min e, daxwaza cotkaran e, daxwaza xanenişînan e, daxwaza karker ê pêşeweran e, daxwaza wan kesên mafên wan hatine xwarin ku di girtîgehan de ne. Daxwaza demokrasîxwazan e, ti ji çi ditirsî.”