Şanda HDPê “nexşerê” bir Îmraliyê

21-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta dîtine rêberê girtî yê PKKê çû Girtîgeha Îmraliyê.

 

Şanda HDPê ya ku ji parlamenterên HDPê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Sirri Sureya Oner pêk tê, îro çûn Îmraliyê.

 

Şanda HDPê vê hefteyê bi rayedarên hikûmet û Qendîlê re li ser nexşerêya pêvajoyê hevdîtin kiribû ji ber wê jî tê gotin ku şanda han nexşerê ji Ocalan re biriye.

 

KCKê ragihandibû ku ew êdî li benda gavên berçav in.

 

Tê gotin di nexşerêyê de mijarên mîna bêçekkirina PKKê, avakirina komîsyoneke çavdêr ji bo pêvajoya û danîna sekreteriya bo Ocalan hene.


Sekreteriya çiye: Komek kes in ku li ber destê kesekî/ê kar dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst