Doza Musa Anter bi hinceta demboriyê hate hilweşandin

21-09-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Musa Anter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryara xwe ya di doza derbarê kuştina rewşenbîr û rojnamevanê Kurd Musa Anter de eşkere kir û biryar da ku doza Musa Anter bi hinceta demboriyê were hilweşandin.

Doza Musa Anter a ku li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê birêve diçû, piştî navberê biryara xwe ragihand.

Doza Musa Anter

Heyeta dadgehê bi hinceta ku 30 sal di ser doza Musa Anter  re derbas biryara hilweşandina dozê da.

Piştî lêkolîn û lêpirsîna bi salan hat ragihandin ku kesên Anter qetil kirine nehatine dîtin û dosya hat girtin.

Malbata Musa Anter di sala 2000'an de ji ber ku di lêpirsîna ku di derbarê cînayetê de hatibû destpêkirin de tu pêşketin çênebû, dosyaya xwe bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Di 19ê Berfenbara 2006an de, DMME ji ber binpêkirina mafê jiyanê yê Musa Anter û nebûna lêpirsîna têrker a derbarê kuştinê de, Tirkiye bi dayîna 28.500 Euro mehkûmê tazmînatê kir.

Gumanbarê kuştinê Hamît Yildirim ê ku demeke dirêj wek "kiryarên nediyar" ma, di 29'ê Hezîrana 2012'an de li Şirnexê hat girtin, lê dosya demborî bû.

Doza Anter di 23ê Berfenbara 2014an de bi Doza Sereke ya JÎTEM'ê re hat girêdan.

Yek ji şahidên bûyerê Abdulkadîr Aygan di sala 2004an de di pirtûka xwe ya bi navê “Îtirafkarî JÎTEMÊ Got” de di derbarê kuştina Musa Anter de navên Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirim (Yeşîl), Mustafa Denîz, Cemîl Işik (Hogir), Ali Ozansoy, Savaş Gevrekçi, "Hamît Şirnex" û endama berê yê Rêxistina Îstîxbarata Sûriyê El Muhaberatê Neval Boz dabû.

Dosyaya doza ku ji sala 2016'an û vir ve li Enqereyê dihat dîtin, îro bi hinceta demboriyê hate hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst