Gefa kuştinê li malbata Dedeogullari tê xwarin

Konya (Rûdaw) - 5emîn rûniştina doza kuştina 7 endamên malbata Kurd ya Dedeogullari li Dadgeha Konyayê birêve çû. Ji bilî parêzerên malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut û Atilla Kart; çend parêzer, mafnas û nûnerên ji Baroya Amedê, û komeleyên mafên mirovan beşdarî rûniştina dozê bûn.

Di rûniştinê de biryara berdewamiya girtina kujer Mehmet Altun hate dayîn û daxwaza parêzeran a girtina bersûcên din hate redkirin. Doza komkujiya malbatê ji bo 27ê Cotmeha 2022an hat bipaşxistin. Her wiha doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana jî wê di 28ê Cotmehê de bê kirin.

Li aliyê din gefa kuştinê li malbata mayî ya Dedeogullari tê kirin. Braziyê Yaşar Dedeogullari Harun Dedeogullari ji bo Rîudawê axivî û got, nîjadperestên Tirk dixwazin min û malbata min jî bikujin.

Brazyê Yaşar Dedeogullari Harun Dedeogullari yê 30 salî ye. 7 endamên malbata apê wî Yaşar Dedeogullari di 30ê Tîrmeha 2021an de, li navçeya Meramê ya Konyayê ji aliyê kesê bi navê Mehmet Altun ve hatibûn kuştin.

Harun Dedeogullari li gel malbata xwe zêdetirî salekê ye ku li dadgeha Qonyayê dozên êrîşa nîjadperestî û komkujiyê dişopîne. Lê ji ber ku ew dev ji dozê bernade û li ser sosyal medyayê ji bo pêkanîna edaletê parvekirinan dike çendîn car gefa kuştinê lê tê xwarin û riya wî tê birrîn. Tevî ku ew li dadgehê gilî tomar dike jî serlêdanên wî bêencam dimîne.

Brazyê Yaşar Dedeogullari Harun Dedeogullari dibêje “Ji ber ku ez vê bê edaletiyê tînim ziman tim rastê gefan têm. Heta ku edalet neye cibicihkirin ez ê li hemberî vê zilmê dengê xwe derxim. Em wek malbat di nav salekî de pir êşiyan. Em êdî nikarin derkevin derve. Civak bertek nîşanê me dide. Ji loma jî divê êdî edalet pêk were. Ez bang li rayedaran dikim; ger behsa edaletê dikin bila bên Konyayê vê bê edaletiyê ji holê rakin. Pişt re bila behsa edaletê bikin.”

5emîn rûniştina doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd ya Dedeogullari di 20ê îlonê de li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Ji bilî parêzerên malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut û Atilla Kart; ji Baroya Amedê, ji Komeleya ÎHDê, TÎHVê, ji Komîsyona Hiqûqê ya HDPê û rêveberê Rêxistina HDPê ya Konyayê beşdarî rûniştina dozê bûn.

Parêzerê dozê Abdurrahman Karabulut da zanîn ku bi hevkariya endamên asayiş û darazê delîlên dozê hatine reşkirin.

Parêzerê Malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut diyar kir “Mexdûr malbata Dedeogullari ye. Lê li dijî wan doz tên vekirin. Her wiha li hemberî me û parêzerên din de doz tên vekirin. Naxwazin ku peywendî û derdora kujer Mehmet Altun derkevin holê. Li aliye din car din îro liv ir tu siyasetmedarek tunebû. Her wiha ji xeynî çend parêzer û mafnasan ji saziyên sivîl zede beşdarî tune ye. Kurd li vir bêxwedî ye.Bila ev yek baş bê zanîn. Em hemû liv ir bêxwedî ne.”      

Di doza komkujiyê de 45 xulek hevdîtinên kujêr bi polîsan re dîsa neket nav dosyayê. Parêzer û mafnas didin zanîn ku di wan hevdîtinan de xuya dibe ku ev komkujî bi awayekî organize hatiye kirin.

Parêzerê dozê û parlamentere berê yê CHPê Atilla Kart got “Di dozê de ya herî girîng di 2ê Tebaxê de 4335 xulek hevdîtinên kujêr ên berî û piştî bûyerê derketibûn holê. Ev jî diyar dike ku ev kuştin bi awayekî organize hatiye kirin. Mixabin dîmenekî wiha derket holê ku di vê proseya darizandinê de hinek kesên xwedî erkên fermî jî beşdarî vê qonaxê bûne.”

Nûnera Komeleya İHDê Sevinç Koçak ragihand “Di dozên sûcên li hemberî mirovahiyê de politikaya dewletê ya bêcizakirinê dewam dike. Doz bê encam dimînin û li gorî berjwendiyên kujer û sûcdaran de biryar tên girtin. Ev kiryar ji bo Komara Tirkiyê cihê şermê ye.”

Di dozê de 11 kes tên darizandin, lê tekane kesê ku bi girtî tê darizandin kujer Mehmet Altûn e. 10 bersûç jî bi awayekî negirtî tên darizandin. Di rûniştinê de biryara berdewamiya girtina kujer Mehmet Altun hate dayîn û daxwaza parêzeran a girtina bersûcên din car din hate redkirin.

Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê di 30ê Tîrmeha 2021an de, li Dadgeha Konyayê wek du dozên cuda tên birêvebirin.