Rûniştina doza Mûsa Anter îro li Enqerê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter îro li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê kirin. Ev di demekê de ye ku doh 20ê Îlona 2022ê dema doza kuştina Musa Anter li gor dema yasayî qediya ye û eger heye ji ber dembiserçûnê doz hilweşe.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê dozê de peyamek belav kir û dibêje: “Tirkiye êdî hatiye astekê ku kujerên rojnamevan Musa Anter ceza neke. Di rûniştina 15ê Îlonê de doz bo 21ê Îlonê hat paşxistin. Wate piştî rojekê ku dem bi ser dozê re derbas dibe. Ev jî nîgeraniyê çêdike. Hilweşîna vê doze dê zerarê bide azadiya ragihandinê ya Tirkiyê jî.”

20ê Îlona 2022ê 30 salên dosyeya kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ve ku hêzeke nihênî ya dewleta Tirkiyê bû di salên 90î de, tijî bû û eger heye ji ber dembiserçûnê doz hilweşe. Mûsa Anter 20ê Îlona 1992ê li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke bi çekan de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Sedema sereke ya ragirtina doze jî ew e ku îfadeyên Abdulkadîr Aygan nehatine wergirtin ku ji dosyeya kuştina Anter tê darizandin û bo dema çend sal in li Swêdê bi cîh bûye. Parlamentera HDPê Fîlîz Keresetecîoglu roja Çarşemê 29ê Kanûna 2021ê di pêşniyarpirsekê de ji Wezîrê Dadê yê wê demê yê Tirkiyê daxwaz kir ku bi zelalî bê eşkerekirin ka çima îfadeyê Abdulkadîr Aygan nehatiye wergirtin.

Abdulkadîr Aygan di navbera salên 1975-1985an de endamê PKKê bû. Piştî cûdabûna ji PKKê di salên 90î de bû endamê hêza tarî û nehênî ya Tirkiyê, Hêzên Cenderme û Îstixbareta taybet JÎTEMê, lê piştre derbarê hinek kuştinên kiryar nediyar ên ji aliyê JÎTEMê ve li Bakurê Kurdistanê hatine kirin, hinek zanyarî eşkere kirin.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin di sala 1920an de li gundê Zivingê ser bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bûye û 20ê Îlona 1992an li Amedê hat kuştin. Nivîskar û rojnamevanê Kurd Orhan Mîroglu ku di xula 25emîn de bûbû parlamenterê AKPê wê demê ligel Musa Anter bû û di bûyerê de birîndar bûbû.