Kiliçdaroglu: Îmralî û Qendîl ne muxatebê me ne

21-09-2021
RÛDAW
Nîşan Pirsa Kurd CHP Kemal Kiliçdaroglu HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de ragihand ku di vê mijarê de ne Îmralî û ne jî Qendîl wek muxaten nabînin û got: “Ji bo me, tenê navnîşek li ser vê mijarê heye û ew jî Parlamentoya Tirkiyê ye. Ji dervey parlamentoyê ti navnişanek nîne.”

Piştî ku Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ew dikarin Pirsa Kurd bi HDPê re çareser bikin,  parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevserokê berê yê wê partiyê Sezaî Temellî bertek nîşan da û got, navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxateb Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Kemal Kiliçdaroglu di televîzyoneke Tirkî de heman nêrîna xwe ya derbarê muxatebên pirsa Kurd de dubar kir û sedemên wê eşkere kir.

Kiliçdaroglu diyar kir ku ew rijd in li ser mijara cihê çareserkirina pirsa Kurd, parlamentoya Tirkiyê ye û got: “Komara Tirkiyê, damezrandina wê jî di nav de, pirsgirêkên herî krîtîk li parlamentoyê çareser kiriye. Parlamento qîbleya îradeya gel e. Cihê çareseriya pirsa Kurd parlamento ye. Dema ku ez parlamentoyê weke cihê çareseriyê nîşan didim, ez ne tenê bang li HDP'ê dikim di heman demî de ez bang li hemû partiyan dikim. Em hemû bi hev re dikarin vê pirsgirêkê bi hev re, bi axaftin û danûstandinan li parlamentoyê bikin, divê em vê pirsê çareser bikin.”

Kiliçdaroglu herwiha tekez kir ku lêgerîna navnîşaneke çareseriyê li derveyî parlamentoyê xeletiyek stratejîk e û wiha pê de çû: “Pêştir çareseriyek li derveyî parlamentoyê hate ceribandin û ew serneket. Min wê demê jî  got ku lêgerîna çareseriyê li derveyî parlamentoyê xelet e, ew xeletiyeke stratejîk e. Min rexne û hişyariyên xwe anî ziman. Ew heyama ku jê re pêvajoya çareseriyê dihat gotin, bi serneketî bi dawî bû. Ji ber ku navnîşan xelet bû. Stratejî şaş bû. ”

Kiliçdaroglu sedemên ku HDP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wek muxatab bê girtin jî wiha nîşan da: “HDP partiyeke meşrû ye. Ew bi wergirtina dengên ji welatiyan hat parlamentoyê. Li parlamentoyê koma wê heye. Cîgirê Serokê Meclîsê heye, carna jî dor tê, cîgirê serokê HDPê meclîsê îdare dike. Lewma em dibêjin ew di çareserkirina pirsgirêkan de muxatab e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst