Sezaî Temelli: Nêrînên min ne girêdayî HDPê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî li ser rexneyên axaftina xwe ya ku gotibû “Muxatabê sereke û navnîşana çareseriyê Îmralî ye” bersiv da û got “Nêrînên min şexsî ne, ew ne girîdayî HDPê ne.”

Piştî ku Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ew dikarin Pirsa Kurd bi HDPê re çareser bikin,  parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevserokê berê yê wê partiyê Sezaî Temellî bertek nîşan da û got, navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxateb Ocalan e.

Piştî ku Sezaî Temellî rastî bertek û rexneyan hat di derbarê mijarê de bersiv da û got “Nêrînên wê tweetê helbet nêrînên min yên şexsî ne. Helbet ne girêdayî partiyê ne. Li ser navê HDPê daxuyaniyê grêdar helbet saziyên me yên bersiv didin. Ew ne tweeteke ku bi armanca bersivê bide Kiliçdaroglu bû. Têgihiştina rêzgirtina min a siyasî jixwe rê nade van polemîkan.”

Temellî got jî “Tiştê kun kir tespîta rewşê bû. Siyaseta ku di navbera 2013 û 2015an de qewimî û di têgihîştina civakê ya rewayê de guherînek girîng çêkir. Siyaseta ku di têgihiştina civakê ya rewayê de guhertinek girîng çêdike îro wekî neqanûnî nayê şîrove kirin. Çimkî eger li rastê şer hebe rêya bidawîkirina vê gavê destpê danûstendin e. Ev jî, divê li ser zemîna rewayê rûne. Helbet lêgerîna me ya li çareseriya li ser bingeha demokratîk a li meclîsê dewam dike û wê bidome. Ev berpirsiyariya me ya herî girîng e. Berpirsiyariya bingehîn a partiyan e ku aştî û demokrasiyê bînin. Berpirsyariya me ya hevpar ew e ku em ji vê zîhniyeta desthilatdar rizgar bibin.”

Temellî axaftina xwe wiha berdewam kir “Rêya bidawîanîna aloziya pirsgirêkê ev e ku zemînek ji bo danûstandinan were afirandin. Di muzakereyê de rewayî pêwîst e. Dema ku di çavê civakê de bersivek wê hebe wê wekî ku ew tune be deynin rastê, me ji gavên din dûr dixe. Di vê çarçoveyê de muxatapgirtina Ocalan girîng e. Min bal kişand ser rewşa pêşîlêgirtina pevçûnan û çareseriya demokratîk. Helbet HDP muxataba rewa ye. Ew di parlamentoyê de partiya sêyemîn a herî mezin e û di warê peydakirina çareseriyên van pirsgirêkan de partiya herî girîng e.”