Polîsan li Edene û Sêrtê 9 kes desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Edene û Mêrsînê yên Tirkiye û parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser hin navnîşanan de girtin û 9 kes bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Edene, bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” derbarê hinek rêvebirên Komeleya Alîkarî û Hevkariya Girtiyan a Edene (AATUHAY-DER) û - Komeleya Çukurova ji bo Alîkariya Malbatên Girtî û Mehkûman ÇUTHAY-DER a li Mêrsînê û HDPyiyan de lêpirsîn da destpêkirin.

Polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Edenê, li parêzgehên Edene, Mersîn û Sêrtê bi ser hinek mal û şaxên AATUHAY-DERê yên Edene û Çukurovayê de girtin.

Li gor zanyariyan, polîsan dest danîne ser gelek belgeyên fermî yên AATUHAY-DERê.

Di operasyonê de, her 9 kesên ku biryara desteserkirinê derbarê wan de hatibû dayîn, ji aliyê hêzên polîs ve hatin desteserkirin, ku 8 kes ji wan li Edenê û kesek jî li Sêrtê bûye.

Ji rêvebirên AATUHAY-DERê Zakir Akalin û Sînan Balduz, herwiha Hevserokê Şaxa Seyhanê yê HDPê Yaşar Demir di nava kesên desteserkirî de ne.