Li Enqerê 9 xwendekarên li parkê kon vedabûn hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqerê ya paytexta Tirkiyê, 9 xwendekarên zanîngehê ku bi armanca protestokirina kirêya giran û nebûna cihê manê li parkê razan ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal di meha Îlonê de perwerdeya zanîngehan destpê dike. Bi destpêkirina perwerdeya rûbirû li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek xwendekaran cihê manê peyda nekirin û li beramber krîza manê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xwendekarên cihê manê peyda nekirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê Platforma “Yurtsuzlar” (Bêwaran) ava kirin. Xwendekar giliyê nebûna cih li saziyên girêdayî zanîngehan û kirêya giran a malên taybet dikin.

Xwendekaran di çarçoveya çalakiyên xwe de doh bi şev li Parka Îlhan Erdost a Enqerê kon vedan daku bi şev tê de razên. Polîs jî çûne cihê bûyerê û ji xwendekaran daxwaz kirin konê xwe rakin. 9 xwendekarên ku daxwaza polîsan qebûl nekirin hatin desteserkirin.

Platforma Yurtsuzlar li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye “Kesên li Enqerê xwendekarên zanîngehê desteser kirine bizanibin, ku yên bêmal û bêwar mane dê li hember we bi ser kevin. Hûn nikarin bi milyonan xwendekarên zanîngehan desteser bikin.”

Li Stenbolê jî bi heman awayî çalakî hebû û xwendekarên li Parka Moda Kadikoy hatin ba hev, daxwaza çareserkirina pirsgirêkê û berdana hevalên xwe kirin.

Herwiha li Navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê, xwendekarên zanîngehê li ber deriyê Zanîngehê kon vedan û daxwaza çareseriya pirsgirêka xwe kirin.

Xwendekar dibêjin ji ber zêdebûna kirêyên xaniyan nikarin xaniya bigrin, di razanxaneyên dewletê de jî cih ji wan re nîne lewra wan weke nerazîtî li derve kon vedan û daxwaza çareseriya rewşê kirin û gotin “Heya kirêya xaniyan neyê kêmkirin û razanxaneyêmn dewletê neyên zêdekirin, çalakiya wan dê berdewam be.”

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî li dijî nerazîbûnan li ser hesabê xwe yê Twitterê, hejmara cihên manê yên dewletê bi amar û grafîk belav kirin. Erdogan amarên salên 2001 û 2021ê anîne ber hev û got: "Em destûrê nadin ku ti kes bi derewên xwe navbera me û ciwanê me ku em dê siberoja welatê xwe teslîmî wan bikin, xirab bike. 19 salên dawî me di derfetên perwerdeya xwe de şoreş pêk anî û înşallah em ê berfirehtir bikin.”