DEM Partiyê bersiveke tund da Devlet Bahçelî

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Ev zat û têgihîştina ku tîne ziman li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka herî bingehîn a demokrasî, hiqûq û mafên mirovan.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî îro derbarê DEM Partiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku mûçeyê 57 parlamenterên DEM Partiyê û alîkariya xezîneyê bo heman partiyê bê birîn.

Bahçelî xwest ku ev pere ji malbatên leşkerên ku hatine kuştin re were dayîn.

DEM Partiyê li ser medya civakî bi sernivîsa “Bersiva Bahçeliyê darbexwaz” daxuyaniyek belav kir û tê de bersiva da Bahçelî.

“Ev zat li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka herî bingehîn"

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

 “Serokê MHPyê ku şirîkê biçûk ê AKPyê ye bi daxuyaniya xwe ya dawî dijminatiya Kurdan, neqebûlkirina DEM Partiyê û dijberiya demokrasî û hiqûqê gur dike.

Herwiha li beramberî bermahiyên herî dawî yên sîstema destûra bingehîn jî bangawaziyê dike.

Ew zatê ku her nivîsa ku li ber wî tê danîn bêyî ku bifirikire dixwîne, bi gotinên kirêt ku di siyasetê de lewitiye nîşan dide.

Ev zat û têgihîştina ku tîne ziman li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka herî bingehîn a demokrasî, hiqûq û mafên mirovan.

Ev kes û partiya wî ku temsîla zîhniyeteke wisa derbekar e ku pêşniyara girtina Dadgeha Destûra Bingehîn û rawestandina destûra bingehîn dike wekî navenda mafya, karên tarî û organîze, hemû kiryarên neexlaqî û neqanûnî û torên kuştinê kar dike.

Em bi bîra wî zatî dixin ku partiya me li vî welatî bi milyonan deng standiye, benda hilbijartinê ya ku bi salan dihat berdewamkirin hilweşandiye, hemû astengî derbas kiriye û tevî girtin, êrîş û her cure nehiqûqiyan bi piştgiriya gel ketiye parlamentoyê."

“Bi aqil bin”

DEM Partiyê amaje bi wê yekê daye ku ew welat ne çewlîga bavê kesekî ye û got:

“Ew xwediyê vî welatî û em jî ne kirêdar in. Em jî xwediyê vî welatî ne. Bahçelî û şelafên ku aqil didin wî, divê bi aqil bin.

Tişta ku hûn bi vê lîstikê hedef digirin aştiya civakê ye. Derdê we ne welat e, derdê we desthilat, kursî û berjewendî ne.”

Herî dawî DEM Partî dibêje ew dengê milyonan e ku demokrasî û aştiyê dixwazin û kes nikare wan bêdeng bike û diha pê de çû:

“Mi ji şebekeyên kuştinê yên salên 90î re negot ser çavan, em serê xwe li ber navbixwedanên îro re jî natewînin.”