Dîroknas Akyurekli: Di ​​nava leşkerên ku Şêx Seîd girtibûn de bapîrê Ozdag tune ye

21-08-2022
RÛDAW
Nîşan Mahmut Akyurekli Umit Ozdag Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîroknas Mahmut Akyurekli ku yê li ser Kurdan û têkiliyên wan ên bi Komarê re hejmarek pirtûk nivîsandine diyar kir di nav leşkerên ku Şêx Seîd girtibûn de bapîrê Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag ê ku digot “bapîrê min Mîkaîl Şêx Seîd girtiye” tune ye. Akyurekli her wiha destnîşan kir ku gotinên Ozdag ên wek "Şêx Seîd gotiye zarok û jinan bikujin" dûrî rastiyê ne û hewla belavkirina fitneyê ye di navbera Kurd û Tirkan de.

Gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û bikarhênerên medyaya civakî bertek nîşanî gotin û heqaretên Umît Ozdag ên li ser Şêx Seîd dan. Komeleya Şêx Seîd, Baroya Amedê û Baroya Rihayê li ser Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag ê ku heqaret li Şêx Seîd kir doz vekirin.

Di nav kesên ku li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Ozdag da, nivîskarê û pisporê Komarê û têkiliyên Kurdan Mahmut Akyurekli jî heye.

Mahmut Akyurekli ji Rûdawê re ragihand ku bapîrê Ozdag Mikaîl di nava leşkerên ku Şêx Seîd li Vartoyê dîl girtine de tune ye.

“Ozdag heqaret li bapîrên xwe jî kiriye”

Mahmut Akyurekli her wiha anî ziman, “Divê kesê ji ber ku Şêx Seîd li dijî Ataturk serî hildaye heqaret lê kir, divê heqaretê li bapîr û merivên xwe jî bike. Ji ber ku ew jî di vî karî de bûn. Bi rastî jî di xebata xwe de min belgey yek bi yek hilanîn. Yên ku ji ber bûyera Şêx Seîd dihatin darizandin hebûn. Hin ji wan jî ji ber sîxuriya Brîtanyayê hatin darizandin. Weke ku Çerkez alîgirê komarê bin tê gotin. Ne wisa ye. Serfermandarê Artêşa Xilafetê û yê ku bi Kuvayî Millî re li Izmît, Gebze û Geyveyê şer kir Aznavûr Ahmet Çerkez e, Abaz e. Abaza komeke Çerkesan e. Yanî hûnê Kurdan tawanbar bikin lê Çerkezan jî bikin welatparêz û Tirk. Ev heqaret û êrîş hovane bû. Şaşiya Ozdag li vir bû. Tenê me xwest em vê yekê bi bîr bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst