Japon bo piştgiriya koçberan 410 milyon dolar kredî dide Tirkiyê

21-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Japonê ragihand ku bi armanca barê aborî yê  koçberên Sûrî li ser pişta Tirkiyê sivik bikin dê bo piştgiriyê 410 milyon dolar kredî bidin wî welatî.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Japonê, ev biryar di hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî Toshimitsu Motegi ya Stenbolê de hatiye dayîn û armanc dikin mercên jiyana koçberên Sûrî yên li Tirkiyê baştir bikin ku hejmara wan nêzîkî 4 milyon e.

Herwiha derbarê naveroka hevdîtinê de tê gotin ku pêşveçûnên li Deryaya Rojhilatê Çînê, rewşa Efxanistan û têkiliyên Îsraîl û Filîstînê hatine gotûbêjkirin.

Japonya ku bi polîtîkayên xwe yên qebûlnekirina koçberan tê naskirin di 2020an de ji serlêdanên 3 hezar û 936 koçberan tenê 47 qebûl kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst