Wezîrê berê Muslum Dogan ji HDPê îstîfa kir

21-08-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan HDP Muslum Dogan Îstîfa
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Endamê Desteya Damezrêner a HDPê û parlamenterê berê yê wê partiyê yê Îzmîrê, Muslum Dogan ji wê partiyê îstîfa kir.

 

Peyamlnêrê Rûdawê Şevket Herkî ragihand, Muslum Dogan parlamenterê berê yê HDPê yê Îzmîrê û Endamê Komîteya Navendî ya HDPê ji partiya xwe îstîfa kir.

 

Şevket Herkî got, Muslum Dogan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re îstîfakirina xwe ji partiya HDPê piştrast kir û ragihand, ku ji niha şûnde ew dê bi awayekê serbixwe kar bike.

 

Dogan herwiha derbarê sedemên vê biryara xwe de jî ji Rûdawê re got, “her çiqas ku paradîgmaya HDPê rast e jî, lê partî ketiye rewşekî şaş. Ev rewşa şaş jî di pratîkê de, mixabin ku xizmeta olîgarşiya di hundirê partiyê de dike.”

 

Muslum Dogan herwiha diyar kir, ew dê li gorî “nirxên demokratîk” tevbigere û berdewam be li ser xebata xwe ya siyasî.

 

Dogan pêştir bo demeke kurt di kabîneya hikûmeta serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu de Wezîrê Geşepêdanê bûye.

 

Muslum dogan di 15ê Cotmeha sala 1959an de li parêzgeha Sêrt a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û yek ji damezrênerên partiya Demorkatîk a Gelan (HSP) di sala 2012an de ye û di heman demê de di yekemîn Komîteya Navendî ya HDPê de cih girt.

 

Herwiha di hilbijartinên Hezîrana sala 2015an de, Dogan ji Bazneya Duyem a Îzmîrê weke parlamenterê HDPê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst