Komele û sendîkayên Tirkiyê piştgiriyê didin referanduma Kurdistanê

21-08-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serdanên xwe didomîne.
Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serdanên xwe didomîne.
Nîşan Tirkiye Komele û sendîka Referandum Kurdistan Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Kar û xebatên komîteya piştgiriya Giştpirsiya Kurdistanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam in. Endamên komîteyê herî dawî li Enqerê serdana çend komele û sendikayan kirin. Di dema serdanên komîteyê de herî zêde mijara rêkirina şandên çavdêr dibe rojev û li Tirkiyê gellek komele û sendika dixwazin şandên xwe weke çavdêr ji bo roja referandumê bişînin Hewlêrê. 

 

Komîteye piştgriya giştpirisiya Herêma Kurdistanê ku ji 5 nûnerên partiyên siyasi û 6 kesayetên serbixwe û bi giştî ji 11 kesan pêkhatiye, kar û xebatên xwe li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berfireh kiriye.

 

Çend  endamên vê komîteyê li Enqerê serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, KESKê kir.

 

Sekreterê Giştî yê KESKê Ramazan Gurbiz di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de daxwaz ji Tirkiyê û Îranê dike, ku dijayetiya referanduma Kurdistanê nekin û rêyên muzakereyan bidin pêşiya xwe. 

 

Remezan Gurbuz got: “Lazim e ku mesele di bin atmofereke aloz de neyê axavtin û mijar nebe sedema şer û gengeşeyan. Pêwîst e ku danûstandin û muzakere hebin û  kêşeyek hebe jî bi rêyên aştîyane were çareserkirin. Berpirsiyariya Îranê jî û ya welatê me jî ev e.”

 

Şanda komîteya piştgriya giştpirsiyê ji aliyê Serokê Komeleya Elewî û Bektaşiyan ve jî hate pêşwazîkirin.

 

Parlementerê Berê yê DEPê û siyasetmedarê Kurd, Mahmut Kilinç jî behsa egerên serdanên komîteyê dike.

 

Mahmut Kilinç dibêje: “Aliyên ku em pê re runiştina û me agahî dane wan, helwesta wan germ e, referandumê weke mafê kurdan dibînin. ev jî tiştekî baş e. Heta hinek wê lijneyan, gruban yan tîman jî weke çavdêr bişînin bo referandumê.”

 

Li gorî agahiyên ku endamên komîteyê dane, hem li Tirkiyê hem jî li Bakurê Kurdistanê ji bilî çend komên marjînal û nijadperest, xelk piştgriyeke baş dide referanduma Herêma Kurdistanê.

 

Endamê İnsiyatifa Azadiyê û endamê komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê Sidkî Zîlan jî ji Rûdawê re behsa piştgiriya bo referandumê kir û diyar kir: “Li Kurdistana Bakur çend sazî hene; dikarim nav bêjim, ji HDPê bigirin heta Huda-Par ê heta yên din, ne bi tesîra me, hemû dibêjin bêşert û merc em referandumê di cih de dibînin û mafekî rewa ye. Ev yek me pir kêyfxweş dike. Ev yekîtî weke Kurdistaneke azad e.”

 

Endamên komîteyê herwiha serdana Jûra Endezyar û Mîmaran û Însiyatifa Heq jî kirin û biryar e di rojên dahatî de serdanên wan berdewam bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst