Otomobîla ku 4 kes tê de bûn ji ser pirê ket golê

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Edene Çukurova
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çukurovayê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê otomobîla ku 4 kes tê de bûn ji ser pirê ket nav golê.

Li navçeya Çukuroavayê ya Edeneyê otomobîleke ku 4 kes tê de bûn li ser Pira Çatalanê ji rê derket û ket nav Gola Bendava Seyhanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavgerê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina otomobîlê û her çar kesên tê de dest bi xebatan kir.

Hat ragihandin ku 2 zarok di otomobîlê de bûn û termê zarokekî di golê de hatiye dîtin

Ji bo dîtina yên din xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Herwiha xizmên wan kesên ku di otomobîlê de bûn jî çûne cihê bûyerê û li benda dîtina wan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst