Taxên dîrokî yên Antakyayê têne nûjenkirin

21-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Taxên dîrokî yên Antakyayê têne nûjenkirin
Taxên dîrokî yên Antakyayê têne nûjenkirin
Nîşan Antakya Taxên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Taxên dîrokî yên Antakyayê ya Hatayê yên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zirar dîtin têne nûjenkirin.

Navçeya Antakyayê navçeya herî mezin a parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ye û li navenda parêzgehê ye. Yek ji wan navçeyan e ku erdheja wêranker a 6ê Sibata îsal zerara herî zêde dayê. Erdhejê gelek taxên Antakyayê bi erdê re kirin yek lê ji ber ku stûnên avahiyên wan bihêz in hinek taxên wê yên kevn li ser pêya mane.

Gokhan Ergin yek ji wan mîmaran e ku pêştir piraniya avahiyên navçeyê nûjen kirine.

Mîmar Gokhan Ergin got, “Çawa ku dema tu xebateke hunerî dibînî û tomar dikî da ku di muzexaneyê de bê parastin, li vir jî divê weke mîrateyeke çandî ya nayê guhertin heman tişt bê kirin. Li gor min ev avahî ji ber ku ne tenê toz û zinar in, bi heman awayî girîng in. Ev dîrokeke zindî ye ku vedigere berî bi hezar û deh hezaran sal berê.”

Xelkê navçeyê ji tîman daxwaz dikin, di avahiyên dîrokî de bi baldarî bixebitin.

Welatî Vahid Baklaci anî ziman, “Dîrokeke Antakyayê ya bi deh hezaran salan heye. Antakya gelekî hêja ye. Li her du mizgeftên ku dîroka wan vedigere destpêka Îslamê binêrin, her du wêran bûn. Du dêrên ku dîroka wan vedigere serdema Îsa wêran bûn. Hûn dikarin bizanin ku ev karesat çiqas mezin e. Ji ber vê yekê divê haya we ji van cihan hebe.”

Berî vê karesatê Wezareta Çandê ya Tirkiyê, li vê navçeyê 719 avahiyên girîng ên dîrokî xistibûn lîsteya çandî, lê hejmara avahiyan ji wê ya zêdetir e û hinek nehatine tomarkirin.

Profesorê beşa mîmariyê Umut Almaç got, “Li gor min, pirsgirêka sereke ew e, li vê herêmê gelek avahiyên dîrokî û mîmarî nehatine tomarkirin. Pirsgirêkek jî ev e ku ji aliyê yasayî ve girîng e, eger avahîyek hatibe tomarkirin, divê belgename bê amadekirin. Ango tu nikarî bi hêsanî derxînî derve û jinav bibî.”

Erdheja wêranker a Mereşê ku zerareke zêde da heşt bajarên Bakurê Kurdistanê û sê bajarên Tirkiyê, bû sedema rûxana gelek cihên dîrokî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst