Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de 9 hezar kompanî hatine girtin

21-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye TOBB Girtina Kompaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyê (TOBB), di şeş mehên destpêkê yên sala 2023yan 9 hezar û 852 kompanî hatine girtin. Tenê di meha Hezîrana 2023yan de hezar û 938 kompanî hatine girtin.

Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyê (TOBB), amarên avakirin û girtina kompanyayan ên sala 2023yan eşkere kir.

Li gor amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di meha Hezîranê de hejmara kompanyayên hatin girtin li gor heman meha sala par ji sedî 29.3 zêde bûye û bi giştî hezar û 938 kompanya hatine girtin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di şeş mehên destpêkê yên sala 2023yan de 9 hezar û 852 kompanî hatine girtin. Di meha Hezîranê de herî zêde di sektorên bazirganiya kom û yekbiyek û otomobîl û motorsîkeletên bi motor hatine girtin. Di van her du sektoran de 634 kompanî hatine girtin û di sektora berhemanînê de 250 kompanî hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst