Ajansa nûçeyan DHA ya Tirkî Ala Kurdistanê sansûr kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Demiroren (DHA) ku ajanseke fermî ya Tirkiyê ye, Ala Kurdistanê sansûr kir.

 

Roja Şemiyê Antî-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê nav û wêneyê tohmetbarê serekî yê teqekerê Hewlêrê û hevkarê wî belav kir ku di wê bûyerê de dîplomatekî Tirk û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan û ragihand ku tohmetbar ji aliyê Rêveberiya Asayîşa Hewlêr û Dije-Terora Kurdistanê ve hatine girtin.


Ajansa Nûçeyan a Demiroren dema nûçe belav kir, sansûr xiste ser Ala Kurdistanê ku li pişt dîmenê herdu tohmetbaran hatibû danîn û medya Tirkiyê jî di belavkirina nûçeyê de pişta xwe bi dîmenên sansûrkirî yên wê ajansê ve girêdan.


Herwiha ev kiryara Ajansa Nûçeyan a Demiroren li ser medyaya civakî rastî nerazîbûna hejmareke zêde ya bikarhênerên Kurd hatiye. Beşek ji bikarhenêrê Kurd ên twîtterê li jêr nûçeya navborî Ala Kurdistanê belav kirine.

 

Ev di demekê de ye, Pêncşema borî 18ê Temûzê 9 geştyarên Başûrê Kurdistanê ji ber wênegirtina bi stûmalekê ku Ala Kurdistanê li ser bû ketin ber êrîşa hejmarek xelkên Trabzona Tirkiyê û ligel ku ketin ber êrîşê jî hatin desteserkirin.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komara Tirkiyê kir û wan welatiyan azad bike û bibîrxist ku Ala Kurdistanê di çarçoveya destûrê de îtîraf pê hatiye kirin û çendîn car ji aliyê Tirkiyê ve li firokexane û cihên fermî hatiye danîn. Rojek piştre hemû geştyarên Kurd hatin azadkirin.