Rewşa awarte di Rojnameya Fermî de ye

Navenda Nûeçyan - Biryara “rewşa awarte” ya ku Civata Wezîran ji bo 3 mehan li seranserê Tirkiyê îlan kirî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

 

Civata Asayişa Niştîmaniya Tirkiyê û Civata Wezîran a wî welatî bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan duh civiya û biryara îlankirina rewşa awarte dan.


Li gor biryara ku di hejmara Rojnameya Fermî ya îro hat weşandin de hat gotin ku di çarçoveya benda (b) xala 3yemîn a Qanûna Rewşa Deresayî ya bi hejmara 2935an û 120emîn xala Makezagonê 21 Tîrmehê roja Pêncşemê saet ji 01.00ê pê va heta 90 rojî rewşa awarte hate îlankirin.


Biryara ku li ser pêşniyaza Civata Asayişa Niştîmaniya Tirkiyê ji bo parastin û xurtkirina hiqûq, azadî û demokrasiyê ji hêla Civata Wezîran ve hate dayîn.


Piştî bi dawî hatina rewşa awarte, parlamento li ser daxwaza Civata Wezîran mafê wê yekê heye ku biryarê bo dema 4 mehên din dirêj bike