Li Stenbolê çend koçber hene?

21-06-2024
Nîşan Stanbol Koçber Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li Stenbolê milyonek û 87 hezar û 17 koçberên biyanî hene.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu doh li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê di bernameyekê de li ser koçberên li Stenbolê axivî û got:

“Li Stenbolê 2 milyon û 500 hezar koçber hene.

Ev ji sedî 17-18ê nifûsa Stenbolê ye ku 16 milyon nifûsa wê heye. Zêdebûneke wiha nabe.

Ev ne rast e. Li koçberan jî neheqî ye û li Stenbolê jî neheqî ye.”

“Bi tevahî jî milyonek û 87 hezar û 17 biyanî hene”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê Xê li ser mijare daxuyaniyeke wiha da:

“Li gorî amarên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê, li Stenbolê 530 hezar 612 welatiyên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene.

Herwiha 3 hezar û 252 biyaniyên di bin parastina navdewletî de û 553 hezar û 153 biyaniyên xwedî îqame hene û bi tevahî jî milyonek û 87 hezar û 17 biyanî hene.”

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de bersivek da Îmomoglu jî û got, “Ji kerema xwe ji gotinên berovajî ku tên belavkirin bawer nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst