Li Deryaya Spî erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû û kûrahiya wê zêdeyî 7 kîlometreyan bû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 09:09an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,19 kîlometre bûye.
Herwiha Rasatxaneya Kandîliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4,4 pile ye û kûrahiya wê jî zêdeyî 20 kîlometreyî ye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.