Li Deryaya Spî erdhej çêbû

21-06-2024
RÛDAW
Nîşan Deryaya Spî Erdhêj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû û kûrahiya wê zêdeyî 7 kîlometreyan bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 09:09an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,19 kîlometre bûye.

Herwiha Rasatxaneya Kandîliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4,4 pile ye û kûrahiya wê jî zêdeyî 20 kîlometreyî ye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst