Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye derbarê HDPê de daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwaza astengkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû kirin red kiribû. Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek li ser vî yekê got “Yekîneyên me yên peywendîdar xebatên pêwîst dikin.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek beşdarî yekemîn civîna koma AK Partiyê ya piştî hilbijartinê bû.

Beriya civînê Mehmet Şîmşek bersiva pirsên rojnamevanan da, Şîmşek li ser pirsa biyara Dadgeha Destûrê ya derbarê alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê de got “Yekîneyên me yên peywendîdar xebatên pêwîst dikin.”

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwaza astengkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha bilin ve hatibû kirin red kiribû.

Ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî hilbijartina 14ê Gulanê nebû, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind daxwaz kir ku alîkariya xezîneyê ya ji HDPê re hat razandin wekî tedbîr were bloqekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku pêwist nake ji bo vê yekê biryar were dayîn.