Barhilgirek û otobusek li hev qelibîn: 22 mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Denîzlî ya Tirkiyê, îro 21ê Hezîranê barhilgirekê û otobuseke rêwiyan li hev ketin û di encam de 2 kesan canên xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro li ser rêya Afyon-Denîzliyê barhilgira bi şofêrtiya Beytullah Kanicî di rêya berovajî ya hember re çûye û li otobuseke rêwiyan daye.

Di bûyerê de 2 kesan canên xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne. Her 20 birîndarên bûyerê,

Yek ji kesên canê xwe ji dest dane, şofêrê barhilgirê yê bi navê Beytullah Kanicî ye û kesê duyem rêwiya di otobusê de bûye ku hatiye ragihandin navê wê Sevgî Aktaş bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Hat zanîn ku barhilgir nêzîkî 6 kîlometreyan di rêya berovajî re çûye.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.