Buldan bo Soylu: Eger tu me weke parlamenter nabînî em jî te weke wezîr nabînin

21-06-2022
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Pirsa Kurd HDP Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê Pirsa Kurd de rexne li desthilatê û opozîsyona Tirkiye girtin û got: “Her kesê ku pirsa Kurd bi cidî wernegire û bikeve rikaberiya nijadperestiyê dê gelek winda bike.” Herwiha Buldan ji bo Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî dibêje “Eger tu me weke parlamenter nabînî em jî te weke wezîr nabînin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro 21ê Hezîrana 2022ê  di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiye de gotarak pêşkêş kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Buldan derbarê pirsa Kurd de jî axivî û partiyên desthilatê û opozîsyona Tirkiye bi wê yekê tohmetbar kirin ku kareke cidî bo çareserkirina wê pirsê nekirine.

Pervîn Buldan gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu jî bibîrxistin  ku beşek ji parlamnenterên HDPê  wek parlamenter nehijmartibûn û gotibû ew ne nûnerên gel in û got: “Eger tu me weke parlamenter nabînî, em jî te weke wezîr nabînin û îtirafê bi te nakin. Tu biwazî yan nexwazî bi te xweş be yan nexweş be, tu qebul bikî yan jî nekî li vî welatî nêzîkî 10 milyon kes deng dane me û em weke parlamenter hilbijartine. Wan em şandine parlamentoyê. Ez vê jî ji te re bibêjim em vê carê bi hêzeke zêdetir tên.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan wiha axivî "Yek ji pirsên sereke yên vî welatî nebûna aşitiyê ye. Demeke zêde ye ji desthilatê heta opozîsyonê, weke ku tiştek bi navê pirsa Kurd nebe, tevdigerin. Derbarê hebûn yan jî nebûna proseyeke çareseriyê her yek ji aliyê xwe ve diaxive, di demekê de ne  ti belgeyek di vî warî de di destê wan de heye û ne jî tiştek berdest. Em hemû dizanin bi nêzîkbûna hilbijartinan  belavkirina van axaftinan û behskirina wan vala ye. Her kî bi awayek cidî nêzîkî vê pirsê nebe, çareseriyên demokratîk bo wê nebîne yan jî li ser vê mijarê bikeve pêşbirka nijatperestiyê, dê gelek winda bike.”

Hevseroka HDPê AKP bi wê yekê tohmetbar kir ku sala 2015ê de dawî li proseya çareseriyê aniye û rexneyên tund li opozîsyonê jî girtin û tekez kir divê projeyên wan bo çareseriya pirsa Kurd hebin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst