Parêzer û dozger derbarê biryara kujerê Pinar Gultekîn de îtiraz kirin

21-06-2022
RÛDAW
Nîşan Pinar Gultekîn Rezan Epozdemir Îtirazakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî sepandina "kêmkirina tehrîka neheq" a ji bo Cemal Mete Avci, kujerê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li Mûglayê hatibû kuştin, îtîraz hat kirin.

Hem parêzerê malbata Gultekîn Rezan Epozdemir û hem jî dozgerê dozê li dijî biryarê li Dadgeha Îdarî îtiraz kirin.

Parêzer Rezan Epözdemir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li dijî biryarê îtiraza du alî heye û diyar kir ku ew hêvîdar in ev biryar di qonaxên hiqûqî de biguhere.

Epozdemir diyar kir ku wan gelek caran di rûniştina dozê de daxwaza redkirina dadger kirine lê îtîrazên wan nehatine qebûlkirin û amaje bi wê yekê kir ku di derbarê Pinar Gultekîn de hem wan hem jî Serdozgeriya Komarê ya Muglayê cezakirina hemû bersûcan xwestine û li dadgeha îstianafê îtiraz kirine û got “Me der barê heyeta dadgehê de giliyê HSK'ê kir, lê tu gav nehat avêtin.”

Herwiha parêzer Epozdemîr got “Weke pêwîstiya dewleta hiqûqê, em ê azadiya xwe ji bo lêgerîna edaletê bi tevahî bikar bînin, em hêvîdar in ku ev biryara ku ji bingehên qanûnî bêpar e û bê bingeh e, di pêvajoya qanûnî de were rastkirin û edalet derkeve holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst